Hunermendê Spanî, Antonio Santin ku niha li New Yorkê dimîne, bi xalîçeyan daketiye û xalîçeyên hîperrealîst yên qermiçî çêdike. Lê qermiçonkên wî yên li ser xalîçeyan xweşik û lihev in, wî bi van qermîçonkan xwestiye bi me bide hîskirin ku di bin xalîçeyan de sirrên veşartî hene. Ew tabloyên sê ber çêdike û her qermiçonka li ser xalîçeyên wî hunerê wî yê xweşik nîşanî xelkê dide.
Di serî de dema meriv li xalîçeyên wî dinihêre, meriv hizir nake ku ew bi firçeyê û boyaxê hatine çêkirin. Hûrgiliyên li ser xalîçeyên wî jî gelek in û ev hurgilî ango xemlên wî şarezabûna karên wî nîşanî me dide. Piştî ku sêwirandinên xwe temam dike, herî dawî qermîçonkan li ser xalîçeyên xwe zêde dike û bi vî awayî tabloyên hîperrealîst ava dike.
NAVENDA NÛÇEYAN