Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûrî diyar kir ku droneya dewleta Tirk a dagirker li wesayîteke sivîl daye û di êrişê de kesek şehîd bûye. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê da zanîn ku dewleta Tirk li Tirbespiyê êriş biriye ser wesaîteke sivîl.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Droneyeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Hasûde li wesayîtekê da. Di vê wesayîtê de 3 kes hebûn, kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Em vê êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin da ku pêşiya van êrişên dewleta Tirk bigirin.”

QAMIŞLO