Welat radestî dijmin û gendeliyê nekin

Duşem 30 Mijdar 2020 - 16:26

Malbatên gerîla û pêşmergeyên şehîd diyar kirin hewildanên PDK’ê yên ji bo derxistina şer, daxwaz û siyaseta dewleta Tirk e. Malbatan bang li hemû malbatên din ên gerîla û pêşmergeyan kirin ku dijî planên dijminên Kurdan û hewldanên derxistina şerê navxweyî xwedî helwest bin, yekîtiyê ava bikin.

Malbatên gerîla û pêşmergeyên şehîd ên li Başûrê Kurdistanê têkildarî hewldanên şer ên PDK’ê ji Rojnews re axivîn û daxwaz ji tevayî malbatên şehîdan kirin li dijî hewildanên PDK’ê helwest nîşan bidin.

Bavê gerîla şehîd Çiya Bakur, Elî Ebûbekir ku kurê wî di cenga Heftenînê de şehîd bû, rexne li PDK’ê kir û got: “Wek xwînmijan e. PDK gel difiroşe, çawa ku beriya niha bibû nokera rejima Baas, niha jî bûye nokera dewleta Tirk a dagirker. Ji bo berjewendiyên xwe dagirkeran derbasî nava xaka Kurdistanê dike û gel dide kuştin.”

Bi ya dijminan nekin

Dayika bi navê Amîne Mehmud ku kurê wê Zanyar Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin û hevserê wê Iqbal Muradî jî li Pênciwin hat qetilkirin, da zanîn ew naxwazin gerîla û pêşmerge bi destên sîxûrên dijminên Kurd wek kur û hevserê wê şehîd bikevin.”

Mam Îbrahîm ku kurê wî yê bi navê Pola di sala 1998’an de di nava refên gerîla de şehîd bûye, got; “Ti berjewendiya Kurdan heta ya PDK’ê bi xwe jî di şerê navxweyî de nîne. Şerê navxwe tenê di berjewendiya dijminan de ye. Erdogan PDK’ê ji bo bicihanîna pilanên xwe bikar tîne.”

Li ser metirsiya derketina şer Dayê Aske ya ku kur û birayek wê di nava pêşmergeyan de şehîd bûne jî wiha axivî: “Wek malbata şehîd em naxwazin şerê birakujî rû bide. Em li dijî şerê navxweyî ne, ji ber ku dema me xwîn rijandî ji bo azadiya welat bû. Ne ji bo hinek werin welat radestî dijmin bikin û gendeliyê bikin. Ez daxwaz ji malbatên şehîdan dikim, li ber gendelkaran rabin û wan ji welat derxînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.