Rojnameya Welat a ku sala 2018’an bi KHK’ê hatibû girtin, bi awayekî dîjîtal dest bi weşana xwe kir. 

Rojnameya Welat, sala 2018’an ji ber zextên li ser çapemeniyê çapxaneyan ew çap nekiribû û bi fotokopiyan gihîştibû ber destê xwînerên xwe, di 8’ê Tîrmeha 2018’an de bi biryara di hukmê qanûnê de (KHK) ya dewleta Tirk a dagirker hatibû girtin. Komek rojnamevan ji bo dewama weşana Rojnameya Welat civiyan û bi awayekî dîjîtal bi manşeta "Dem dema azadiyê ye" dest bi weşana Welat kirin. 

Rojnameya Welat wê her roj tenê rûpela yekemîn amade bike û bi awayekî dîjîtal biweşîne. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê wê nivîskar ji rojnameyê re di mijarên cuda de nivîsan binivisînîn. Li ser malpera rojnameyê wê arşîva rojnameyên Kurdî yên ji salên 1990’î heta niha jî hebe. 

Di rojnameyê de nîvîseke edîtor jî hatiye weşandin û tê de qala pêvajoya destpêkirina rojnamevaniya Kurdî û weşangeriya li dor navê Welat hatiye kirin.