Wekîlên Ewrûpî li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
Şemî 3 Kanûn 2022 - 00:20
Komek ji wekîlên Parlamena Ewrûpayê nameyek ji Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê re şand û jê xwest ku li ber êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê rabe.
Name ji Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen û Alîkarê Seroka Komîsyonê Josep Borrell re hate şandin. Parlamenteran işaret bi êrişên dawî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir û got, “Li Rojava û Başûr, Kurdan, Ereban, Suryaniyan û Ermenan di dema şer de alternatîfeke demokratîk afirand ku rê li ber aştiyê vedike. Gelekî giring e ku ev destketî bêne parastin. Bi navê Endamên Parlamena Ewrûpayê em ji we dixwazin ku di mijara êrişên derveyî sînor ên Îran û Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd de tavilê bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li felaketeke nû ya însanî bigirin."
BRUKSEL