Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê bang li PDK’ê kir ku sedema ne azadkirina endamê wan Cîhad Hesen Ronî eşkere bike û demildest serbest berde.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî ne azadkirina endamê wan Cîhad Hesen Ronî ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev bang tê kirin; “49 (îro 50) roj berê, nûnerê rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên peywendiyên derve yên PYD’ê bê sûc û sedem ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin. Berê niha 3 rojan du endamên PYD’ê serbest hatin berdan, lê bêyî ti sedemek bidin nîşan endamê nûnertiyê Cîhad Hesen dibin çavan de hiştin.
Em weke Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê, ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin ku sedemên ne azadkirina hevalê me Cîhad Hesen ronî bikin û demlidest serbest berdin.” HEWLÊR