Wan kir dijmin vekişe 

Çarşem 25 Çile 2023 - 01:17

  • HPG'ê nasnameya 5 şehîdên Metînayê Nîrvana, Welat, Munzur, Egîd û Êriş eşkere kir û got, ew şehîd bi rola xwe rabûne di derbên giran ên li dagirkeran hatine xistin û bi vê jî kirine ku dagirker ji gelek deveran vekişin.   

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ew heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî Rêbertî, şehîdên me û nirxên azadiyê yên gelê me man û bûn milîtanên mînak.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de ku qehremaniyên mezin lê hatin jiyîn, her roj li Herêmên Berxwedanê derbên giran li dijmin hatin xistin. Di encama pêngava me ya şoreşgerî de ku helîkopter hatin xistin, cenazeyên leşkerên dijmin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin, dijmin neçar ma ji gelek herêman vekişe. Di vê pêngava şoreşgerî de hevrêyên me Nîrvana û Welat bi awayekî serketî li dijmin dan û di 26’ê Tebaxa 2022’an de şehîd bûn. Hevrêyên me Mûnzûr, Egîd û Êrîş ên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de erkên girîng û krîtîk pêk anîn û di êrîşa dijmin a di Tîrmeha 2022’an de şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me yên şehîd re dixwazin. 

HPG ji bo şehîd Nîrvana Nînhûrsag got, “Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jidayîk bû. Di çalakiya serketî ya di 26’ê Tebaxa 2022’yan de, bi fedakarî şer kir û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê ma.”

HPG'ê şehîd Welat Dalaho jî wiha bi bîr anî: “Li bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşanê ji dayik bû. Di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû, bi enerjiya ciwantiya xwe û zelalbûna tevlîbûna xwe di demeke kurt de di kesayeta xwe de pêşketinên mezin ava kir.” 

HPG'ê ji bo şehîd Munzur Zîlan got,Di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de hat dinê. Fedakarî weke şêwaza jiyanê qebûl kir û her kêliya jiyana xwe, ev yek nîşan da û di êrişa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de, bi şehadeta xwe nemir bû.” 

Ji bo şehîd Egîd Çiyager jî HPG'ê got, “Li navçeya welatparêz a Amedê Erxeniyê ji dayik bû. Bi perwerdehiyan bû gerîlayekî jêhatî, xwe di warê îdeolojîyê de jî kûr kir û bû milîtanekî bihêztir.”

HPG'ê şehîd Êriş Adar wiha bi bîr anî: “Li Geverê ji dayik bû. Şehadeta xwişka wî ya mezin hevrê Adar, bandoreke mezin lê kir. Di sala 2013’yan de ji Şemzînanê tevlî nava refên gerîla bû. Bêyî ku ferq û cudahiyê bixe nava xebatan, li ser tevlîbûna rast hizirî û hûr bû."

Nasnameyên şehîdên Metînayê li jêr e,

Nîrvana Nînhûrsag (Zerrîn Abîç), li Mêrdînê jidayîk bûye, 26’ê Tebaxa 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Welat Dalaho (Poriya Îrfanî), li Kirmanşan jidayîk bûye, 26’ê Tebaxa 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Munzur Zîlan (Îbrahîm Nasir Bayar), li Şirnexê jidayîk bûye, di Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Egîd Çiyager (Huseyîn Zeytûn), li Amedê jidayîk bûye, di Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Êriş Adar (Şervan Yaşar), li Colemêrgê jidayîk bûye, di Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.