Walîtiya Colemêrgê, piştî ku 5 roj di ser qetilkirina Şeralî Derelî re derbas bûn, îdîa kir ku eskeran li gorî mewzûatê Derelî qetil kiriye. Malbata Şeralî Derelî bi xwe dibêje, eskerên dewleta Tirk ên dagirker Derelî kiriye hedef û bi qest qetil kiriye.
Şeralî Derelî, di 29’ê cotmehê de 50 metre dûrî mala xwe ya li gundê Awyan ê ser bi bajarokê Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê eskeran ve hat kuştin. Walîtiya Colemergê piştî 5 rojan hê nû daxuyanî da û îdîa kir ku Derelî ji ber ku li gorî fermana raweste tevnegeriyaye, ji ber tarîtiya şevê xwestiye bireve, hêzên ewlehiyê li gorî mewzûatê mudaxeleyî wî kirine. Yanî ev sûcê şer, yanî kuştina sivîlan, li gorî waliyê dagirkeriya Tirk, li gorî mewzûatê ye.
MA/COLEMÊRG