Li giravên Kanarya yê ser bi Spanyayê, piştî 50 salan volkan teqiya û gelek mal hilweşiyan. Nêzî 5 hezar kes ji herêmê hatin derxistin. 

Li Giravên Kanaryayê yekşemê (pêr) volkanek teqiya û gelek mal di bin lavayên wê de man. Piştî 50 salan hîna nû volkan teqiya û nêzî 5 hezar kes ji herêmê hatin derxistin.

Şaredarê gundê El Paso yê valakirî ji kanala dewletê TVE’yê re got, “Herî kêm 20 mal hilweşiyane.”

Şaredar Sergîo Rodrîgûez got, “Li cihên ku lava herikîne, tiştek nemaye. Şêniyên gund wê zûbizû nikaribin vegerin malên xwe.”
Serokê Herêma Kanaryayê, Angel Victor Torres jî got, di volkana Combre Viejayê de nêzî 17-20 milyon metrekup lava hene û dibe ku herikîna lavayan bidome.

MADRÎD