• KJK: Konsepteke nû ya qirkirinê heye ku li dijî gelê Kurd li çar parçeyên welatê me ye. Ji bo ev plana navdewletî bê têkbirin, ji bo gelê me û xaka me, destketiyên me bên parastin, ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye.

Koordînasyona KJK’ê bi rasthatina savelgera 36´an a Pêngava 15’ê Tebaxê peyamek weşand û got, berxwedan wê bi ser keve. Kongreya Starê jî bi heman rasthatinê peyamek weşand.
Koordînasyona KJK´ê fermandar Egîd û şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û paşê got, ”[Em] soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha dilsoziya bi bibîranîna wan re em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin.”
KJK´ê got, berxwedana gerîlayan Kurdistanê ji her şêwazê mêhtingeriyê paqij dike û wiha dewam kir: ”[Vê] di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kir, îro li çar parçeyên welatê me dewam dike û em hêzên ku vê parastinê dikin silav dikin.”
Ji bo çalakiyên 15´ê Tebaxê, ew dibêje, ”Fîşeka destpêkê hem li înkar, îmha, şovenîzm, mêhtingerî û qirkeriyê ket, hem jî koletî, parçebûna ji hev, nokerî û neteweperestiya paşverû kir hedef. Tevî vê yekê fîşeka destpêkê li zîhniyeta serdestiya mêr û zîhniyeta kevneşop û koledar a jinê ket ku ji rastiya xwe hatibû dûrxistin. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê hem ji bo Kurdên azad hem jî ji bo jinên azad roja vejînê ye.”

Li dijî qirkirinê yekîtiya neteweyî

KJK´ê bi bîr xist ku hêzên dagirker îro jî hewl didin bi nokerî û hevkariyê encaman wergire û bal bire ser dagirkeriya wê ya nû: ” Lê belê armanca operasyona dagirkeriyê ya du mehên dawî ya dewleta Tirk ne tenê tevgera azadiyê ye; ew dixwaze tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Konsepteke nû ya qirkirinê heye ku li dijî gelê Kurd li çar parçeyên welatê me ye. Ji bo ev plana navdewletî bê têkbirin, ji bo gelê me û xaka me bê parastin, ji bo destketiyên me bên parastin û azadiya me mayinde bibe, ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye.” KJK´ê helwêsta li dijî ”noker û xayînan” a zelal weke desteka herî mezin a ji bo gerîlayên Kurdistanê bi nav kir.

Berxwedan faşîzmê hildiweşîne

Kongreya Starê jî bi daxuyaniyeke niviskî got, ‘’Di şexsê Fermandar Egîd de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên me , gelê me û gelên dilxwazê azadiyê hemûyan pîroz dikin.’’
Kongreya Star got, guleya pêşî ya Fermandar Egîd, ‘’di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vekiriye. Gelê Kurd jiyaneke nû afirandiye. Bi hezaran jin û mêrên ciwan berê xwe dane qadên azadiyê û li cîhanê çi kesên ku têdikoşin ji wan re bûne hêvî. Bûne qêrîna jiyaneke dadmend, wekhevîxwaz, azad û birûmet. Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya şervanên leheng û jinên azad bûne pêşengên civakeke azad û demokratîk.
Îro li Heftanînê di şexsê Şehîd Esmer û Şehîd Nûcan de dastanên nû têne nivîsîn. Dîroka zêrîn bêhtir zengîn dikin û bi gelên berxwedêr ên herêmê re dibine yek û faşîzm hildiweşe.’’