- Sozdar Avesta li ser Qirkirina Şengalê got: ‘Vegera li xaka xwe, vegera li xwe, li ol, bawerî, çand û nirxê xwe ye. Ji bo vê, vegera gelê me, ji kampên Başûr û cihên din ber bi Şengalê ve pir bi mane ye. Bêguman tenê veger têrê nake, divê bi her awayî xwe bi rêxistin bikin’’
MIZGÎN DESTAN EGÎD
ANF/BEHDÎNAN
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, ji bo salvegera 6’an a Qirkirina Şengalê ya Fermana 73’an axivî.
Avesta li ser qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an got, “Di şexsê Şengalê de li ser tevahî Ezîdxanê pêk hat. Ê ku qirkirin pîlan kirin, êrişkirin û tê de piştgiriya çetê DAÎŞ’ê kirin şermezar dikim.
Bi munesebeta vê rojê yên ku nehiştin ferman bi ser bikeve, bi rengekî qehremanî wekî Derweşên hemdem ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê şervanên Rêber Apo ê HPG û YJA Star, dîsa ji Rojavayê Kurdistanê YPG û YPJ xwe gihandin Şengalê û nehiştin ferman bigihije armancê xwe û şehîd ketin, di şexsê heval Dilgeş, Armanc, Vînar û Orhanan de bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînim.
Xwe bi xwe rêve dibe
3’yê Tebaxê ji bo civaka me heman demê bû wekî li xwe xwedî derketinê jî. Li hemberî vê êrîşa namerdane êdî keç û xortên Êzîdxanê Yekîniya Parastina Şengalê û Yekinêyê Jinên Şengalê sazkirin û di çeperên tekoşînê de cihê xwe girtin. Piştî fermanê tişta ku hate kirin ne tenê têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê bû. Heman demê felsefeya jiyana azad tovên wê li Şengalê hate reşandin. Çawa dikare biparêze, çawa dikare xwe bi rê ve bibe, perwerde bike. Çawa dikare xwe bi xwe aboriya xwe pêk bîne û çawa dikare paşeroja xwe diyar bike êdî bingeha vê hate danîn. Heta roja îro bi ked û emegeke mezin, bi fedaîtiyeke mezin, bi berxwedaneke mezin anî roja me ye îro.”
Divê her Ezdahî erk bigire
Sozdar Avesta êrişên piştî fermanê li ser Êzîdiyan bi bîr xist û xwest Êzîdî wisa nekevin nava rehetiyê û got: “7 sal di ser Fermanê re derbas bûn. Li Şengalê rewşeke nû heye. Ji tunebûna xwe, hebûna xwe afirand. Ji xweliya xwe xwe ji nû ve çêkir. Bi hemû awayî niha xwe bi destê xwe dimeşîne. Tevî ku ewqas êrişên hovane û dijwar jî çêbûn, xwe birêve dibe. Beriya her tiştî vegera gelê me tiştê herî bi nirx û pîroz e. Di salvegera 7’an a fermanê de bersiva mezin ji bo dijminê vê civakê vegera li xaka xwe ye. Vegera li xaka xwe, vegera li xwe, li ola xwe, li baweriya xwe, li çanda xwe û li nirxên xwe yên mirovahiyê ye. Ji bo vê jî gelê me di serî de yên li kampên Başûr û her deverekê ne, berê xwe didin Şengalê, pir bi wate ye. Tenê veger têrê dike, elbet nake. Divê kesên ku vedigerin bi hemû awayî rexistiniya xwe bikin. Xwe perwerde bikin, di nava sazî û dezgehên Şengalê de cihê xwe bigrin. Beriya her tiştî di parastina Şengalê de erk wergirin.''
Êzîdiyan nas bikin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji hukûmeta Iraqê û hukûmeta Herêma Kurdistanê xwest statuya Şengalê nas bikin û ji bo civaka Êzîdî wan efû bike divê bi vî rengî gav biavêjin. Avesta qala pir rengî û pirzimaniya Iraqê kir û rewşa Şengalê jî di nava vê çanda dewlemend de destnîşan kir. Avesta bi heman awayî bang li welatên Ewrûpayê jî kir da ku statuya Şengalê nas bikin.