Komîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bi daxuyaniyekê got, divê derbarê bombebarana dewleta Tirk a li dijî Şengalê de lêkolîn bê kirin.
Di 16’ê Tebaxê de balafirên dewleta Tirk a dagirker wesayita fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda bombebaran kir. Di encamê de Seîd Hesen û Îsa Xwedêda şehîd bûn.
Piştî wê bi rojekê balafirên dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran kir. Di encama êrişê de 4 şervanên YBŞ´ê, bijîşkek û 3 sivîl şehîd bûn.
Komîsyona Alîkariyê ya NY´yê li Iraqê (UNAMI) derbarê van êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek weşand. UNAMI di daxuyaniya xwe de got, ew li guhertinên ewlekariyê yên metirsîdar ên li Bakurê Iraqê, bi guman temaşe dikin. UNAMI di daxuyaniya xwe de dibêje; “Mixabin li gundê Sikêniyê ziyanên canî yên mezin çêbûne, divê lêkolînek zû derbarê bûyerên bivî awayî de were kirin û berpirsên wan hêzan werin cezakirin.”
BEXDA