Umît: Biryara Komîteya Wezîran îdeolojîk e

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:16

  • Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û biryara binpêkirinê ya Komîteya Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Abdullah Ocalan nirxand. Umît biryara Komîteyê weke siyasî û îdolojîk pênase kir, ew weke dewama bêhiqûqiya li Îmraliyê nîşan da û xwest ku dijî vê biryarê têkoşîn were geşkirin.

Umît ji 30 welatî serlêdana li Wezareta Dadê ya Tirk ya 1500 parêzerî ya ji bo Rêber Apo bibibînin bi bîr xist û got,’’Ji bo Kurdan dihate gotin, gelekî bêparêzer e. Ji çar aliyên cîhanê 1500 parêzeran li Ewropayê daxuyanî dan. Rastiyeke bi vî rengî ya li Kurdistanê û cîhanê afirî. Êdî kes ji bo Kurdan nikare bibêje, gelekî bêparêzer e.’’

Berxwedanê ew mecbûr kirin
Umît anî zimên armanca komploya li ser Rêber Ocalan ew bû ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bike, Rêber Apo di nav sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re bigire û serhildan û berxwedana bimane ya Kurdan ji holê rake lê berevajî vê tabloyeke wiha derkete holê ku di nav van 26 salan de Kurd her gav mezintir bûn, berbelav bûn û berxwedana xwe geştir kirin.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ew ji perspektîfa vê berxwedana domdar û mezin li biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dinerin û got berxwedanê ew bêgav kirine ku daxuyaniyeke bi vî rengî bidin.

Biryar berdewama bêhiqûqiyê ye
Hêlîn Umît daxuyaniyên KCK û KJK'ê yên têkildarî vê biryarê bi bîr xist û got, "Hate destnîşankirin ku ev biryar dewama bêhiqûqiya li dora Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê ye.’’
Umît bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014'an de biryarek wergirtiye di ser vê biryarê re 10 sal bihurîne û got,’’Careke din salek dem dane dewleta Tirk a faşîst. Nerazîbûn ji ber vê yekê ye. Ev biryar biryareke nû nîne. Di 18'ê Adara 2014'an de ev daxuyanî ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hate kirin. Niha radibin ji bo salekê taloq dikin û dibêje di Mijdara 2025'an de eger di rêveçûna hiqûqa Tirkiyeyê de guhertin nebe dikare biryar bê wergirtin.

Divê têkoşîneke xurt were dayin
Rastiyeke Îmraliyê heye ku eşkere bûye, kifş bûye û êdî nikare bê meşandin. Tê zanîn, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê di şerê li dijî Kurdan de çawa weke navendekê tê bikaranîn. Li gel vê yekê saziyên Ewropayê hevkariya xwe ya bi vê yekê re jî nîşan dan. Ji ber vê yekê hem KCK'ê hem jî Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke bi vî rengî dan. Gotin, dest ji vê biryarê berde, biguherîne, helwestê nîşan bide. Belê, weke partî, weke PKK em li pişt van daxuyaniyan e. Ji bo vê jî teqez divê têkoşîneke gelekî xurt bê meşandin."

Biryareke îdeolojîk e
Hêlîn Umît ragihand ku biryara hatiye wergirtin siyasî ye, îdeolojîk e, ti eleqeya xwe bi hiqûqê re nîne, divê baş bê fêhmkirin û helwestek li hemberî vê yekê bê nîşandan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:" Hêzên navneteweyî di çarçoveya planên xwe yê herêmî de bi polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe nêzî Kurdan dibin. Bala xwe bidin ser, yên ku têne parçekirin û bi rê ve birin Kurd in. Bi vî rengî Tirkiyeyê kontrol dikin, gefê li Îranê dixwin, Iraqê kontrol dikin, Sûriyeyê kontrol dikin. Lewma di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de dixwazin civaka Kurd, hebûna Kurdan, cografya Kurdan bi vî rengî bimîne. Pêwendiya vê biryarê teqez bi vê yekê re heye. Siyasî ye, ji bo parastina berjewendiyên hin derdoran e, îdeolojîk e. Rêber Apo kîjan rastiyê temsîl dike? Rêber Apo rêya azadiyê ya gelan temsîl dike, alternatîfa jiyana bi hev re ya gelan temsîl dike. Ji ber vê jî çareseriyeke navneteweyî temsîl dike.’’

Darizandin bêhiqûqî ye
Umît anî zimên ku divê bi vê biryarê têkoşîn hê bêhtir were geşkirin û got,’’Divê em rêxistiniya li Kurdistanê, asta têgihiştinê ya gelê Kurd hîn bilind bikin, derbasî çalakiyan bikin û bi vî rengî encamê werbigirin û got,’’Di serî de saziyên li Ewropayê divê em zexta li ser wan hîn zêde bikin. Divê em vî hukmê ku hatiye dayin ti carî qebûl nekin. Darizandina Rêber Apo ji xwe mînakeke bêhiqûqiyê ye.’’

Em çalakiyên afirîner bikin
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît herî dawî got,’’Bang li her kesî dikim; li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hewl bidin wî fêhm bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir têkoşîneke encamgir bimeşînin, ji bo vê jî li hev kom bibin û bi çalakiyên afirîner cîhanê biguherînin."
BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.