Tundiya li girtîgehan dewam dike

Yekşem 11 Çile 2026 - 15:20

  • Rêveberê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Hakan Bîlekçî diyar kir ku li girtîgehan tundî didomin û îdareyên girtîgehan li gorî ruhê pêvajoyê tevnagerin.

 

Rêveberê Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê, Hakan Bîlekçî diyar kir ku li girtîgehan tundiyên li ser girtiyên siyasî bê navber didomin û îdareyên girtîgehan li gorî ruhê pêvajoyê tevnagerin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan berdewam dikin û li gelek girtîgehan girtî nikarin ji mafên xwe yên bingehîn jî sûdê werbigirin. Hakan Bîlekçî bal kişand ser tundiyên sîstematîk û destnîşan kir ku girtîgeh li gorî ruhê pêvajoyê tevnagerin.

Hakan Bîlekçî anî ziman ku li ser girtiyan tundiyek derûnî heye û ev tişt got: “Li girtîgehan ji berê de tundiya fîzîkî ya rasterast hebû. Lê niha, li aliyekî tundiya fîzîkî heye, li aliyê din jî bi tundiya derûnî hewl didin îradeya kesan bişkînin. Mafê hêviyê yê her girtî heye û divê her kes ji vê sûdê werbigire. Lê her roj girtiyên ku bi binpêkirinan rû bi rû dimînin, name dişînin û bangan radihînin. Kesên herî zêde rastî van binpêkirinan tên girtiyên siyasî ne.”

Hakan Bîlekçî destnîşan kir ku girtiyên siyasî bi cezakirina di nava cezayê ve tên cezakirin û wiha pê de çû: “Her tim paketên qanûnî tên amadekirin, niha li ser pakêta 12'emîn tê axaftin divê ev bibe hêviyek ji bo her girtî. Mixabin ev pakêt her kesî dihewîne, lê girtiyên siyasî nahewîne. Ji sûcên tiryakê bigire heta fîrarên DAIŞ’ê her kes sûdê jê werdigire, lê girtiyekî siyasî yê Kurd nikare sûdê jê werbigire. Ev zextek derûnî ye. Di nava girtîgehê de jî di cezakirinê de wekhevî nîn e. Divê helwest û ceza bêyî cudahiya fikir û ramanê, adil bin. Dema girtî diçin nexweşxaneyê, ji wan re tê pirsîn alîgir e an bêalî yî. Ji pêlavan bigire heta hundirê devê girtiyan lêgerîn tê kirin. Bi taybetî ji aliyê îdareya girtîgehê û gardiyanan ve êrişeke sîstematîk li ser girtiyan heye.”

Hakan Bîlekçî rave kir ku îdareyên girtîgehan li gorî ruhê pêvajoyê tevnagerin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelek girtiyên nexweş nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin. Nejdet Koç ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin, nexweşê penceşêrê yê asta 4’emîn e. Divê her roj li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de be, lê her carê tedawita bi kelemçe lê tê ferzkirin. Dema em li pirsgirêkên girtîgehan dinêrin, diyar dibe ku dewlet di vê pêvajoyê de ne jidil e. Heke di vê pêvajoyê de jidil bin, divê zextan bi dawî bikin.” MA / WAN / BÎLAL BABAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.