• Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yê herêma Silêmaniyê Heval Hacî bal bire ser çekên kimyewî yên dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne xebitandin û diyar kir dewleta Tirk ji ber ku têk çûyî ye van çekan dixebitîne. Hacî her wiha got divê  dewleta Tirk were darizandin.

BIRWA ESHED
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê taybet jî xelkê sivîl bê navber dewam dikin. Tenê ji serê salê ve di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan gelek jî birîndar bûn. Her wiha heman çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker, li çiyayên azad ên Kurdistanê çekên kîmyawî yên qedekirî bikartîne. Bi caran ev yek bi dîmenan hatiye belgekirin û parvekirin.

Ji ber têkçûyî ye çekên kimyewî davêje
Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yê herêma Silêmaniyê Azad Umer bi nasnav Heval Hacî di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên kîmyawî axivî.
Heval Hacî bi bîr xist dewleta Tirk bi çekên kîmyawî çiyayên Kurdistanê bombebaran dike da ku xweza, lawir, gel û xaka Kurdistanê tune bike û got,’’Li ti cihekê serkeftin bi destnexistiye, her têkçûye. Ji ber vê yekê serî li bikaranîna çekên kîmyawî dide.”

Barzanî çavsaxiya dijmin dikin
Her wiha Heval Hacî bal bire ser hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re û got,’’PDK û malbata Barzanî li cihên gerîlayan çavsaxiya dijmin dikin. Bi navê Hêzên Parastina Sînor a Iraqê dewleta Tirk diparêzin. Divê gelê Kurd li dijî xeta xiyanet û xiyanetkaran bisekine. Divê em hemû bi yek dengî bêjin ku nabe xayin li ser xaka Kurdistanê bimînin.’’

Tirk dixwazin Kerkûkê tevî xwe bikin
Heval Hacî bi berdewamî destnîşan kir  dewleta Tirk dixwaze Heleb, Kerkûk û Musilê bixe ser Tirkiyeyê, lê heta niha gerîlayan rê nedane vê yekê û wiha got: “Ji bo wê dewleta Tirk bi hemû cûre çekên qedexekirî û balefiran êrişî gerîlayan dike. Cihê keyfxweşiyê ye ku gerîla heta niha li dijî dewleteke wek Tirkiyê, ku artêşa wê beşek ji NATO’ye, serkeftinên mezin bidestxistiye.”

Divê Tirkiye were darizandin
Hacî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya medyaya xwe dixwaze li ser gelê Tirk şerekî taybet bimeşîne, propagandaya serkeftina xwe bike.
Heval Hacî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heger hêzek xwedî şiyana serketinê bûya, çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar nedianîn. Ji ber ku çekên kîmyewî li gorî hemû qanûnên navneteweyî qedexe ne. Pêwîst e ji ber bikaranîna çekên kîmyawî li Dadgeha Laheyê giliyê dewleta Tirk a dagirker bihata kirin.” ROJNEWS