Tirkiye divê ji Konseyê bê derxistin
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 15:15

- Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid, ku ji ber bicîneanîna biryara "mafê hêviyê" daxwaza mueyîdeyan li dijî Tirkiyeyê kir û got: "Divê pêvajoya binpêkirinê bi betalkirina mafê dengdanê yê delegeyên Tirk ên di Meclisa Parlamenteran de û derxistina wan ji Konseya Ewropayê were destpêkirin."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di çarçoveya qebûlkirina binpêkirina “mafê hêviyê” de, biryar dabû ku ev mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Veraskirinên ku di sala 2014'an de ji Tirkiyeyê hatine xwestin, tevî ku demek di ser re derbas bûye jî hîn jî nehatine bicîhanîn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE), ku “mafê hêviyê” xist rojeva xwe, heta sala 2026’an ji bo veraskirina qanûnî dem da Tirkiyeyê. Konseya ku cara duyemîn dem da Tirkiyeyê, pêşniyar kir ku Komîsyona Meclisê ya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê hat damezrandin, di dema diyarkirî de veraskirinê çêbike.
Daxwaza veraskirinê ya der barê “mafê hêviyê” de, ku di rojevê de ye, bi salan e di rojeva Komeleya Hiqûqa Navneteweyî û Demokrasiyê (MAF-DAD) de ye ku ji aliyê parêzer û aktîvîstên mafên mirovan ên Alman, Tirk û Kurd ve hatiye damezrandin. MAF-DAD, ku ji bo naskirina "mafê hêviyê" gelek xebatên hiqûqî û siyasî dike, di 21'ê Tîrmehê de bi rêxistinên hiqûqî yên cuda re, di çarçoveya rêzik 9/2 de raya xwe pêşkêşî Komîteya Wezîran kir. Ev rêzik rê dide saziyên sivîl ku, ji bo bikaranîna bi bandor a "mafê hêviyê", şopandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji Komîteyê re ragihînin. MAF-DAD'ê di 12'ê Îlona 2025'an de jî nameyek ji endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran re şand û ji parlamenteran xwest ku mijarê têxin rojeva xwe.
Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid, mijar nirxand û diyar kir ku xebatên wan di gelek babetan de hene û got ku ew der barê rakirina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ya Yekitiya Ewropayê (YE), sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan û sûcên şer ên li Rojava de xebatan dimeşînin. Heike Geisweidê diyar kir ku wan di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de, ji bo kuştina sivîlên Kurd, bikaranîna gazên kîmyewî li dijî PKK’iyan û êrişên li ser navendên tenduristiyê yên li Rojava, di çarçoveya Qanûna Cezayê Navneteweyî de serî li Serdozgeriya Federal a Almanyayê ya dane.
Heike Geisweid anî ziman ku bêyî derfetên tehliyeyê heta hetayê ragirtina kesekî di girtîgehê de binpêkirina Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku “qedexeya îşkence û tundiyê” ye û got ku bicîneanîna peymanê li dijî rûmeta mirov e. Heike Geisweidê anî ziman ku biryara Tirkiyeyê ya bicîneanîna "mafê hêviyê" siyasî ye û ev tişt got: "Divê bicîneanîna mafê hêviyê, wekî biryareke siyasî ya di çarçoveya neteweperestiyê ya li dijî Abdullah Ocalan û li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd bê dîtin."
Heike Geisweidê, ji ber Komîteya Wezîran cara duyemîn heta sala 2026'an ji Tirkiyeyê re dem dirêj kiriye, rexne kir û bi bîr xist ku Tirkiye 11 sal in tu verastkirina qanûnî ya der barê "mafê hêviyê" de çênekiriye. Heike Geisweidê anî ziman ku pêşniyarên Komîteyê yên der barê "mafê hêviyê" de dişibin biryarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CPT) yên sala 2018 û 2023’yan û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê hîna bersiv nedaye van jî. Paşxistina domdar, baweriya bi biryarên DMME’yê qels dike."
Heike Geisweidê têkildarî serlêdana MAF-DAD’ê ya ji bo Komîteyê, diyar kir ku wan verastkirina qanûnê ya der heqê “mafê hêviyê”, avakirina mekanîzmayên ku vê yekê misoger bikin û şefafiya di cezayên muebeda girankirî de xwestine û got ku ji ber ku ev gavên Komîte jî daxwaze nehatine avêtin, mijar di rojeva Komîteyê de cih digire. Heike Geisweidê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji Komîteyê xwest ku ji bo zextê li Tirkiyeyê bike, tevdîrên bilez werbigire, ji Tirkiyeyê daxwaza amarên şefaf û berfireh der barê cezayên muebeda girankirî de bike, bê ferq biryarên qedexekirina berdana bi şert rake, şopandina birêkûpêk a bicîhanîna biryarên têkildarî Ocalan û Grûba Gurban were şopandin, ger geşedanek çênebe, destwerdanê binirxîne."
Heike Geisweid got, eger biryara meha Îlonê ya Komîteyê neyê cîbicîkirin, divê li dijî Tirkiyeyê prosedûra binpêkirinê were destpêkirin û zext bên zêdekirin û got:"Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin."
MA / NAVENDA NÛÇEYAN / HÎVDA ÇELEBÎ







