Dewleta Tirk pêr li Sîdekanê bi êrişeke li dijî wesaîteke artêşa Iraqê du efserên payebilind ên berevaniya sînor a Artêşa Iraqê qetil kirin. Iraqê nota da sefîrê Tirk, serdana wezîrê wê yê berevaniya Akar betal kir. HPG´ê jî bi daxuyaniyekê got, êriş bi qest li dijî artêşa Iraqê hatiye kirin.
Dewleta Tirk bi balefirên şer û bi balefirên bê pîlot gelek caran êrişan dibe ser Başûrê Kurdistanê,. di van êrişên wê de heta niha bi dehan sivîl û pêşmerge şehîd bûn. Di êrişa xwe ya pêr êvarê de, dewleta Tirk yekser bi balefirên bê pîlot êriş bire ser artêşa Iraqê. Di êrişê de du efserên payebilind ên Hêza Berewaniya Sînor ên artêşa Iraqê hatin kuştin, tevî eskerê ku şifêrtiya wan dikir. Iraqê li ser vê hem serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirk a ji bo bexdayê betal kir û hem jî nota da sefîrê wê yê li Bexdayê. Herçî Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ye, li ser êrişê daxuyaniyeke zelûl da.
Balafirên bê pîlot ên çekdar ên Tirk li devera Kêlaşîn a Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayîta Fermandarê Tugaya 3'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barandin. Êriş pêr êvarkî çêbû. Wesaît a Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê yê Herêmê, Zubeyri Halî bû.
Di êrîşê de li gel Fermandarê Tugaya 3'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî, Fermandarê Tugaya 2'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Mihemed Reşîd jî hatiye kuştin. Hikûmeta Iraqê da zanîn ku di êrişê de eskerê ku şifêrtiya wan dikir jî hatiye kuûtin û sivîlekî navê wî nehat zanîn jî birîndar bûye.
Serokkomar êrişa Tirk şermezar kir
Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Iraqê, daxuyaniyek da û êrişa dewleta Tirk a li herêma Kêlaşînê ya bajarokê Sîdekanê, şermezar kir.
Berdevkê serokkomarî got, “Ew êrişa balafirên şer ên Tirk a li ser xaka Iraqê, ji bo hêzên Iraqê êrişeke metirsîdar e. Em daxwaz dikin ku hemû êrişên, rê li ber nearamî û nakokiyên di navbera herdu welatan de vedike, bi dawî bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, rêyên diyalogê bên esasgirtin.”
Serdana wezîrê Tirk hat betalkirin
Wezareta Derve ya Iraqê weke nerazîbûna bombebarana wesayîta artêşa Iraqê, biryara betalkirina serdana Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Hulusî Akar a ji bo Bexdayê da. Çav li rê bû ku Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Hulusî Akar îro biçe Bexdayê.
Wezareta Derve ya Iraqê li ser mijarê daxuyanî da û got, "Ji derveyî betalkirina serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, em ê sibe bang li balyozê Tirkiyeyê jî bikin. Em ê notayak tund a nerazîbûnê bidinê.” Jixwe piştî vê daxuyaniyê, wezaretê notayeke hişk li ser mijarê da sefîrê Tirk ê li Bexdayê.
Wezaretê destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser Iraqê rexne kirin û got, "Iraq vî karî weke şikandina serwerî û pîroziyên welat dibîne. Ev kar berevajiyê yasayên navneteweyî û peywendiyên herdu aliyan e."
Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê tê kirin ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û êrişan rawestîne.
Beramberî vê helwêsta hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, helwêsteke zelûl nîşan da. Tevî ku êriş yekser li dijî hêza berevaniya sînor a Iraqê bû, behsa mijareke din kir. Şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan û Kurdistanê, weke şerê dewleta Tirk û PKK´ê hat binavkirin û ji van aliyan hat xwestin li herêmê şerê xwe nekin.
Bi qest li artêşa Iraqê dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi qest artêşa Iraqê kiriye hedef.
HPG’ê li ser mijarê got, “11’ê Tebaxê hêzên hikûmeta Iraqê û li gel hêzên me yên li herêmê li ser êrişên dewleta TC’ê ya li herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinek pêk anîn. Hema piştî vê civînê artêşa TC’ê devera hevdîtinê bombe kir. Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebû, dewleta TC’ê ev wesayît bi qest kir hedef. Di vê êrişê de hem ji artêşa Iraqê û hem jî rayedaran şehîd çêbûne.
Dewleta Tirk a faşîst bi nemerdî artêşa Iraqê kir hedef, ev pir eşkere kir.
Wekî din li ser navê hikûmeta herêmî ji bo rewanîşandana qetlîamên dewleta Tirk û parastina wê, daxuyaniyên ku sedema êrişê bi me ve girêdayî, hatin dayîn, ev ne rast in û ev jî tê wateya hemû gefên li ser gelên herêmê bide nixumandin û piştguhkirine. Divê ji cûre daxuyaniyên ku dewleta TC diparêze xwe dûr bixin."
HPG´ê wekî din ser saxî ji malbatên Muhemed Reşîd Silêman û Zubeyr Halî Taceddîn, ji gelên Kurd û Ereb re sersaxî xwest.
Divê bersiv bê dayîn
Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser dijî Iraqê zêde dibin. Komên di nava parlamena Iraqê de nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk dan,û wan xwest bersiva êrişan bê dayîn. Koma Hevpeymana Nesir bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku li Encûmena Asayîşa Navnetewî giliyê Tirkiyeyê bike. Eniya Hîkme jî bang li hikûmetê kir da ku ji bo parastina serweriya Iraqê, tevdîrên pêwîst bigire.
Li ser heman mijarê, tevgera Ketaîbî Ehlî Heq jî bang li hêzên siyasî kir da ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û dijî karên dijminane yên dewleta Tirk, helwêstekê nîşan bidin.
Serweriya Iraqê biparêzin
Serokê Parlamenta Erebî Dr. Mişel Bin Hehim El-Silmî bi tundî êrişên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê şermezar kir û daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir da ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê gavên lezgîn bavêje.
Serokê Parlamena Erebî Dr. Mişel Bin Hehim El-Silmî êrişên dijminane yên dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya xaka Iraqê bi nav kir û got, li ser serweriya Iraqê gefek e. Dr. Mişel Bin Hehim El-Silmî destnîşan kir ku binpêkirinek eşkere ya peymannameya Neteweyên Yekbûyî, yasayên navneteweyî û danazana navneteweyî heye. Wî herwiha got, êriş binpêkirina biryarên Konseya Ewlehiyê û li hemberî peywendiyên cîrantiyê bêrêzî ye.
Serokê Parlamentoya Erebî Dr. Mişel Bin Hehim El-Silmî bang li Konseya Ewlehiyê kir ku serweriya xaka Iraqê li beramberî êrişên Tirkiyeyê biparêze.
BEXDA