Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Colemêrgê Geverê wan li dijî polêsên dagirkeriya Tirk hin çalakî kirine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 4 polês hatine cezakirin, 5 jî birîndar bûne.

Înîsiyatîfêbi daxuyaniyekê got, di navbera 20'ê Îlonê û 3'ê Cotmehê de wan çalakî li dijî mala polêsan, wesayitên polêsan û qereqola polêsan li dar xistine:

“Yekîneyên me ji bo çalakiya hevalên Şehîd Sara û Şehîd Rûken silav bikin, li Geverê di 20-24 û 30'ê Îlonê de çalakî li dar xistin.

20'ê Îlonê bi şev saet derdora 7-8'an de li sûkê bi fîşekên hewayî û bombeyên deng li hemberî mala polêsan çalakî hate lidarxistin.

24'ê Îlonê li taxa Cûmhûriyetê ya Geverê bi şev saet di 11:30'î de li hemberî wesayitên zirxî û wesayitên polêsan ên sivîl ên li dewriyeyê digeriyan, bi sabotajê çalakî hate kirin. Wesayita polêsan a sivîl bi temamî îmha bû, 2 polêsên dewleta Tirk a dagirker ên tê de hatin cezakirin, yek jê giran 2 dagirker jî birîndar bûn.

30'ê Îlonê bi şev saet di 00:00 de li taxa Orman a Geverê li hemberî qereqola polêsên dagirker ji du baskan ve bi bombeyên deng û molotofan çalakî hate kirin. Dagirkerên ku tirs û panîk kete nava wan, heta sibehê li derdorê reşandin."

Înîsiyatîfê diyar kir ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan di 3'ê Cotmehê de li taxa Qişlê ya Geverê li qereqola polêsan a li 75'an xistin.

Ji du baskan ve bi bombeyên destan û yên deng çalakî hate lidarxistin. Piştî çalakiyê li hemberî polêsên tîmên taybet ên berê xwe dan taxa me, bi çekan çalakî hat kirin. Bi çekên ferdî li polêsên tîmên taybet hate xistin û demeke dirêj şer qewimî. Piştî vî şerî, bi qasî ku yekîneyên me tespît kirin 2 polêsên dagirker hatin cezakirin, 3 polîs jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Yekîneyên me piştî van çalakiyên serketî bi rengekî ewle gihîştin qadên xwe."

NAVENDA NÛÇEYAN