Tifaqa qirkirina Kurdan

Sêşem 1 Hezîran 2021 - 03:23

  • Mûstafa Karasû: "Heta ku doza Kurdan çareser nebe, ev şerê li dijî gelê Kurd wê her dem qirêj be. Li derve û hundir wê têkiliyê bi hêzên herî qirêj re deynin. Ev têkoşîna ku li dinyayê têkoşîna herî heq dimeşîne, civakê pişta wê digire, ne mumkin e bi hêzên legal û qanûnê yên dewletê têk biçe"

Ji ber şerê li nava desthilatdariyê û bicihkirina çeteyên dema nû yên li nava dewleta Tirk, gelek çeteyên berê li derve hatin hiştin, yek ji wan jî Sedat Peker e. Ev demeke mikurhatinên girîng ên Sedat Peker di rojevê de ne. Ji bazirganiya narkotîkê heta ya çekan, ji karên nelirê heta desteserkirina mal û milkê mirovan, Sedat Peker li gelek sûcên desthilatdariya Tirk mikur hat. Mikurhatinên Peker û bandora wê li nava desthilatdariyê tê nîqaşkirin, lê belê çavkaniya vê qirêjiya dewleta Tirk, mîrateya ku xwe dispêre nayê dîtin. ANF´ê jî li ser mijarê bi endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû re hevpeyvîn kiriye.

Karasu ji bo esasê tifaqên eskerî û siyasî yên dewleta Tirk dibêje, "Tirkiye beriya bibe endamê NATO'yê pêwendiya xwe bi Ewrûpayê re heye. Kiryarên xwe yên li dijî sosyalîstan, ji ber vê têkiliyê ye. Tevlîbûna li nava NATO'yê jî ne tenê ji ber dijberiya xwe ya li Sovyetê û sosyalîstan e. Bi fikra ku dikare hîn bi hêsanî Kurdan qir bike, tevlî NATO'yê dibe. Di têkiliyên bi NATO'yê û Ewrûpayê re xala bingehîn ev e, ku nirxandin û polîtîkayên vê rastiyê nebînin, wê şaş bin. Peymana Lozanê jî ji bo qirkirina Kurdan hatiye qebûlkirin. Dewleta Tirk nakeve nava ti saziyeke ku destûrê nede qirkirina Kurdan, bi ti dewlet û hêzeke siyasî re têkiliyê danayne yên ku vê qirkirinê qebûl neke."

NATO li dijî Kurdan bi kar anî

Ji bo dewra NATO´yê di rêxistinên kûr ên qirker ên di nava dewleta Tirk de Karasu dibêje, "Salên 1970'î ji ber ku hîn ew salên şerê sar bû, li dijî sosyalîstan, Kurdan û Elewiyan, li dijî hêzên demokratîkbûn dixwestin, hêzên kontrgerîla yên Gladyoya NATO'yê teror kirin. Di vê demê de Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê jî di asteke girîng de bi pêş ket. Dewleta Tirk li pêşberî van bûyeran, bi piştgiriya welatên NATO'yê darbeyeke faşîst kir. Dewleta Tirk bi esasî ji ber bipêşketina çepgiriyê piştgirî ji NATO'yê wergirt û ev yek jî ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi kar anî. Careke din eşkere bû ku Tirkiyeyê têkiliya bi NATO'yê û welatên rojava re ji bo tepisandina muxalifan û têkoşîna Kurdan bi kar anî û ji ber vê yekê bû endamê van saziyan."

Guh nedan bangên Rêber Apo

Karasu di vê çarçoveyê de dibêje, dewra NATO´yê piştî destpêkirina şerê çekdarî jî dewam kiriye: "Dewleta Tirk li dijî vê têkoşînê [berxwedan û şerê çekdarî] yekser xwe li piştgiriya NATO'yê girt. Kontrgerîla yên rêxistinbûyî li gorî şert û mercên Kurdistanê nû kirin û veguherandin wê astê ku li dijî şerê gerîla bi kar bînin. Rêxistina kontrgerîla li gorî tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji nû ve bi rêxistin kirin. Salên 1990'î dema ku serhildan çêbû û gelê Kurd li her cihî rabû ser piyan, biryar dan ku ne tenê li dijî gerîla, her wiha ji bo tepisandina gel jî li her derê rêbazên tepisandinê bi kar bînin. Rêber Apo diyar kir ku heger dewlet bixwaze ji vê rewşê derkeve û xwe paqij bike, PKK jî wê bi berpirsyariya xwe rabe û tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Lê belê yên ku şerê li dijî PKK'ê veguherandin amûrekî bi bandor ê li nava dewletê, guh nedan vê bangê."

Karasu piştî hewldanên destpêka rejîma AKP´ê ku weke şerê li dijî miletê Kurd hatiye plankirin, rewşa nû wiha dinirxîne: "Dema ku dihat diyarkirin têkoşîna gelê Kurd bandora xwe kêm kiriye, AKP bû desthilatdar. PKK’ê li ser hev hişyar kir ku bila ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Rêber Apo di van meseleyan de hişyar kir. Lê roleke wisa nedabûn desthilatdariya AKP’ê. Wê bi gotinên Îslamî û demokratîk gelê Kurd entegreyî pergalê bikirina. Rêber Apo hewl dida agirbest û hevdîtina hikûmetê ji bo rêxistinkirina hêzên demokrasiyê û têkoşîneke geştir bike zemînek. Lê her dem hişyar dikir û digot sûdeke baş ji vê pêvajoyê bigirin, yan na wê gelek tişt werin serê we. Me jî ev pêvajo ne wekî pêvajoya çareseriyê lê wekî pêvajoya ku AKP têkeve pêvajoya aştiyê didît. Baş li ser hişyarkirinên Rêber Apo yên ji bo desthilatdariya AKP’ê nehate sekinandin. Hêzên demokratîk û şoreşger, ev sal di nav rehawet û sistiyê de derbas kirin. Di sala 2014’an de bi fikra ku heke pêşiya wê neyê girtin wê tasfiyekirina têkoşîna Kurdan zehmettir be, Plana Çokdanînê amade kir. Desthilatdariya AKP’ê bi MHP û Ergenekonê re tifaqek çêkir û êrîşeke tasfiyeyê ya mezin da destpêkirin." 

PKK têk naçe

Karasu li ser qirêjiya dewletê û çetebûna wê jî got, "Di havîna 2014’an de Plana Çokdanînê amade kirin û di payîzê de jî li Desteya Ewlekariya Millî dan pesendkirin. Rêber Apo bi plana çareseriyê ya ji 3 qonaxan, Mutabeqata Dolmabahçeyê û bi tifaqa demokrasiyê re xwestibû dewletê têxe nav çareseriyê, lê kesên di polîtîkaya şer de israr dikirin, bi ser ketin. Heta ku doza Kurdan çareser nebe, ev şerê li dijî gelê Kurd wê her dem qirêj be. Li derve û hundir wê têkiliyê bi hêzên herî qirêj re deynin. Vê têkoşîna ku li dinyayê têkoşîna herî bi heq dimeşîne û piştgiriyeke xurt ji civakê stendiye, ne mumkun e bi hêzên legal û qanûnê yên dewletê têk biçe. Wateya vê jî ew e ku li Tirkiyeyê hemû hêzên paşverû û hemberî şoreşê hatine ba hev. Jixwe di dema avakirina dewleta Tirk de ji qada siyasî heta qada civakî, ji perwerdehiyê heta çandê armanca wan qirkirina Kurdan e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.