Tevgera dagirker li Licê didome

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:25

  • Li Licê ya Amedê, li gundê Pêçarê yê bi ser Licê ve û tevgera leşkerî ya dagirkeriya Tirk berdewam dike.  

Liv û tevgera dagirkeriya Tirk a li ser gundê Pêçarê ya Licê ya Amedê ku beriya du rojan dest pê kirî didome. Di tevgera dagirker de balafirên şer, helîkoptêr hatin bikaranîn û qadên Lîsê, Çemê Serûmê, Ziktê û Şehîd Remzî hatin bombekirin.
Li gorî agahiyan her çendî dorpêça leşkerî ya Tirk li ser gund hatibe sistkirin jî li herêmê liv û tevgera leşkerî didome. 
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirk Alî Yerlîkaya têkildarî tevgera dagiker li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê tê gotin ku di operasyonê de 2 edamên HPG’ê şehîd bûne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê derheqê tevgera dagirker a Tirk hê ti daxuyainyek nedaye.
MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.