Nêzî meheke Endamê Tevgera Azadî Tehsîn Yasîn Cehfer tenê ji ber ku endamê Tevgera Azadî ye ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin, doh jî asayîşa Hewlêrê bi ser malekê de girtin û du kes ên ku bi navê Semîra Ehmed Emîn û Mam Samî ku hevser in, kirin binçavan.
Endamê Tevgera Azadî Tehsîn Yasîn Cehfer bi behaneya ku endamê Tevgera Azadî ye, nêzî meheke ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin û heya niha jî ti tometek jê re nehatiye diyarkirin û di girtîgehê de tê ragirtin.
Welatiyê bi navê Helo Samî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand îro (doh) asayîşa Hewlêrê bi ser mala wan de girtine, dayîk û bavê wî yên bi navê Semîra Ehmedd Emîn û Mam Samî binçavkirine.
Helo Samî diyarkir piştî demek bavê wî hate berdan lê heya niha jî dayîka wî di bin çavan de ye û ti xeberek wan jê nîne.
Hêjayî gotinê ye ev ne cara yekeme asayîşa Hewlêrê bi ser mala endamên Tevgera Azadî de digre, ji beriya niha jî gelek caran tenê ji berku endamên Tevgera Azadî ne gelek endamên partiyê hatine girtin, hinek ji wan bi mehan hinek jî bi salan di girtîgehê de mane.

NAVENDA NÛÇEYAN