Terorîst Facebook û xwediyê xwe ne

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 02:41

  • Belgeyeke ku Facebookê hazir kiriye ya ku lê hatiye eşkerekirin, nîşan dide ku şirketa Facebookê di parvekirinan de behskirin û binavkirina PKK´ê û 15´ê rêxistinên ser bi Tevgera Azadiya Kurdistanê weke “bi tehlûke” dinirxîne û ji bo rakirina wê parvekirinê jî weke sedem nîşan dide.

Belgeyeke ku Facebookê hazir kiriye ya ku lê hatiye eşkerekirin, nîşan dide ku şirketa Facebookê di parvekirinan de behskirin û binavkirina PKK´ê û 15´ê rêxistinên ser bi Tevgera Azadiya Kurdistanê weke “bi tehlûke” dinirxîne û ji bo rakirina wê parvekirinê jî weke sedem nîşan dide.

Belge ji qederê sed rûpelan pêk tê û Interceptê ew weşand. Tê de navê 4 hezar rêxistin, partiyên siyasî û kesan hene û ev nav hemû jî weke ”bi tehlûke” hatine kategorîzekirin. 

Di belgeyê de ji bilî PKK´ê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û gelek rêxistinên din ên Kurd jî hene. 

Facebook 350 kesan dixebitîne da ku vê siyaseta xwe ya sansur û qedexeya xwe bi cih bike. 

Wekî din li ser lîsteyê navê Sakîne Cansiz jî heye ku di êrişeke nemerdane de li Parîsê tevî 2 jinên din ên şoreşger ên Kurd hat şehîdkirin. Li ser pirsa ka çima navê wê li ser lîsteyê ye, Facebookê bersiv daye saziyeke çapemeniyê û gotiye, ji ber ku ew damezrênera PKK´ê bûye di lîsteyê de cihê xwe digire. 

Facebook esasê meselê nabîne, yanî têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re û tiştên wê li ser dewleta Tirk ferzkirî. Jixwe heger eşkere bibe ku wê daneyên xelkê dane hikûmetan, çawa berê firotibûn şirketan, êdî ev ê kesî matmayî jî nehêle. Hin derdorên elaqedarî aktîvîzma dîjîtal a Kurdan li ser boykotkirineke Facebookê jî dihizirin.

FRANKFURT 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.