NORŞÎN EBDÎ / NÛJINHA / KOBANÊ

Jinên Kobanê yên ku bi berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞ’ê ku li cîhanê deng veda hate rizgarkirin, diyar kirin ku ew bi heman biryardariyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên didomin têdikoşin.

Jinên ku beşdarî pêngava azadkirina Kobanê bûne, behsa berxwedana ku dîtine kirin. Semîra Mihemed diyar kir ku bi keça xwe re di bin ala YPJ’ê de tevlî berxwedanê bûne û wiha behsa van rojê dîrokî kir:"Di vî şerê dîrokî de ez yek ji jinên bi şens bûm. Wê demê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûm. YPJ’ê di têkoşîna rizgarkirina bajêr de roleke girîng lîst. Semîra Mihemed anî ziman ku wan şahidî kir ku çiqas şervan heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn û got:“Ger şervan nebûna îro me nedikarî li Kobanê bijîn. Jinên Kobanê jî wê trajediya ku jinên Êzidî li Şengalê dîtin jiyan bikirana."

Madînat Îbrahîm jî diyar kir ku planên çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîş pêk anîn bi berxwedana gel û şervanan vala derxist û got:“Ji çar aliyên Kurdistanê piştgirî hat. Têkoşîna gelê Kurd a di kelha berxwedanê de hemû Kurd kir yek. Çawa ku bi ruhê berxwedanê yê ku Kobanê azad kir em ê wisa jî biparêzin. Çawa ku me Kobanê azad kir, em ê hemû herêmên hatine dagirkirin jî azad bikin. Hevseroka Meclisa Kobanê Makbula Bakî jî got:"Em bang li welatên ku piştgiriyê didin me dikin ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê pûç bikin û ji holê rakin. Dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike û em dibînin ku gelek welatên garantor li hemberî van binpêkirinan bêdeng in."