Ji aliyê gerîla ve di şer de bikaranîna dronan qonaxeke nû şer e. Nexasim Hêza Hewayî ya Şehîd Delal Amed bi 34 çalakiyên xwe yên meha dawî çongê dewleta Tirk xiste zikê wê. Di heman demê de ev jinûveavabûna gerîla ye. Jixwe fermandarê Navenda Parastina Gel NPGʼê Mûrad Karayilan jî di axaftinên xwe de gelek caran bal kişandibû ser vê mijarê û anîbû ziman ku wê gerîlayê hemdem rejîma li Tirk bi bin bixîne û dagirkeran ji Kurdistanê biqewitîne. Ji Behdînanê Laleş Rênas nivîsî ye û bal kişandiya ser vê mijarê. Rênas bi bîr dixe ku di dîrokê de jî qonaxên bi vî rengî pêk hatine û niha jî heman qonax heye. Rênas diyar dike ku gerîla bi ser ketiye, bi ser dikeve û dibêje; “Hostayên şer dibêjin; 'Heta ku dijminê we têkçûn qebûl nekir, hûn bi ser neketine'. Û li naverastê lîderê welatekî heye yê ku çavê xwe xwîn ketiyê dibêje 'mixabin em bi ser neketin’. Ev gotin, gotina aqlê heyî yê Hîtler, gotina Erdogan e.” Rênas bi bîr dixe ku dema Erdogan ev gotin anîne ziman, gelek gerîlayên xwebexş li Kurdistanê çong li dagirkeran fisandine.
Rênas çalakiyên Hêza Hewayî ya Delalê li Amed û Şirnexê destnîşan dike û zîrekiya gerîla ya di şer de bi bîr dixe û tîne ziman ku dîrok careke din vîna bêhempa ya şervanan di şoreşê de dinivîse.
NAVENDA NÛÇEYAN