• Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) bi çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî konser û çalakiya xwendina helbestan li dar xist. Çalakiya li Eywana Dawetê ya Vedat Dalokay a li Parka Kûrtûlûşê hatiye li dar xistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. 

Di destpêka bernameyê de daxuyanî hate xwendin û ev tişt hatin gotin: “Zimanê Kurdî qedîm û dewlemend e. Çavkaniya gelek civak û çandan e. Kurdî hebûn, cewher, rûmet û yektiya Kurdan e. Heman demê de çavkaniya neteweya Kurd e. Gelê Kurd ji bo zimanê xwe biparêze û pêş bixe berdelên giran daye. Îro jî jinên Kurd û dayik bênavber pêşengiya têkoşîna ziman dikin.”  
 
Em ê serhildana Kurdî geş bikin
Dij daxuaniyê de hat diyarkirin ku armanca kampanyaya “Her dem Kurdî, her der Kurdî” rakirina tecrîda ser ziman e û ev tişt hatin gotin: “Tecrîda ser zimanê Kurdî jî wekî tecrîda ser birêz Ocalan, wekî tecrîda ser tevahiya civakê ye. Em ê jî li her derê serhildana zimanê Kurdî xurt bikin û li ser her derê rengê zimanê Kurdî belav bikin.” 
Piştî daxuyaniyê sertîfîkayên kesên îsal ji kursên Kurdî bi serkeftî derbas bûne hatin dayîn. Pê re helbest hatin xwendin û Dengbêj Îbrahîm Unlu klamên xwe strandin.   
Çalakî bi konsera Kasim Taşdogan re dom kir. Kesên tev li konserê bûne li gel muzîkê govend gerandin. MA