Tecrîda li ser Ocalan dijî Îslamê ye

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:05

  • Şêx Mihemed El Xerzî û Amîra El Azo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan weke sûcekî mezin ku nayê efûkirin pênase kirin, diyar kirin îslamiya dewletî ya Tirk tiştekî xwe bi Îslamê re nîne, ziyanê dide Îslamê û xwestin ku demildest tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Mihemed El Xerzî û Koordînasyona Meclîsa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amîra El Azo derheqê tecrîda li ser Rêber Ocalan axivîn.
El Xerzî destnîşan kir hemû pêxemberan ji bo aştî û azadiya gelan daketina qadan, Rêber Abdullah Ocalan jî ji bo gelan alaya azadî û aştiyê hildane û ji ber vê girtina Rêber Ocalan sûcekî mezin û nayê efûkirin. Xerzî got,’’Me hemûyan berxwedana Rêber Apo dît û heta roja îro em dibînin. Divê niha Rêber Apo di nav gelan de ba. Ji ber ku ew bi xwe fîlozof û zanyar e. Girtina Rêber Apo sûcek li dijî mirovahiyê ye. Di ol de ev yek nayê qebûlkirin. Kesekî ku zirar ne gihandiye tu kesî û li ser esasê azadiya gelekî bindest têkoşîn kiriye.”

Îslamiya Tirk a dewletî dijminê îslamê ye
Şêx Mihemed El Xerzî diyar kir îslamiya dewletî ya Tirk şerê dijî îslamê dike, her çendî ew xwe weke dewleteke îslamî nîşan dide jî ev ne rast e û got,’’Di îslamê de hatiye gotin ku me netewên cuda cuda çêkirin da ku hun hev nas bikin û bi awayek hevpar bi hev re jiyan bikin. Em dibînin çawa dewleta Tirk netewperestiya xwe diparêze û ji bilî netewa Tirk netewek din qebûl nake. Wek Kongreya Îslama demokratîk dibêjin ku divê mafê hemû mirovan wek hev were dîtin, ferq û cudahî nekeve navbera wan de.”

Bêdengiya li bara tecrîdê sûc e
Amîra El Azo aliyê bêhiqûqiya tecrîda li ser Ocalan destnîşan kir, bêdengiya qada navnetewî ya li bara tecrîdê bi bîr xist û got, “Hemû dewletên navnetewî li hember vî sucî bê deng in û sînorekî ji van kiryarên qirêj ên dewleta Tirk re nadeynin. Dewleta Tirk tim dibêje ew pir baş e û zirarê nade kesekî. Lê di cewher de ew kesekî li dijî hemû zagona ye û bi taybet jî li dijî pîvanên Îslamê ye. Rêber Apo tenê ji bo azadiya gelê Kurd bi dest bixe xwe feda kir. Dewleta Tirk dît ku fikrê Rêber Apo wê azadiya netewan bi xwe re bîne ji wê demê ve hemû rê û rêbazê xwe yê qirêj bi kar anîn û Rêber Apo xistin zindanê. Tevî van hemû kiryarên xirab tecrîdek giran li ser Rêber Apo ferz dikin.”

Rêber Apo bi me re ye
Amîra El Azo bi domdarî diyar kir Rêber Ocalan berê jinan daye azadiyê, divê jin jî têbikoşin û li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li bara hemû nirxên mirovî serî rakin. Azo wiha bi nav de çû: “Îslam nabêje mirovek wek Rêber Apo azadîxwaz bixin di nav çar dîwara. Îslam dibêje mirovê mîna Rêber Apo divê di nav gel de fikrê xwe belav bikin. Da ku gel ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibe. Bila dijmin jî zanibe ku fikrê Rêber Apo di nav me di zindî ye û her dem wê zindî bimîne.” ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.