Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, raporên CPT’yê ku bi raya giştî re parve kirin, birin rojeva meclîsa dewleta Tirk û got, "Çima destûrê nadin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike?"
Rêber Apo, ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Wî herî dawî di Nîsanê de cara ewil û dawî bi telefonê bi Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Beriya wê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di 6-17'ê Gulana 2019'an çûbû hepsa li Girava Îmraliyê û rapora xwe hîna nû 5'ê Tebaxê li raya giştî eşkere kir. Wê rapora xwe ya çavdêriyên xwe yên sala 2017´an jî eşkere kirin. Têkildarî rapora CPT’yê, Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, pêşniyazname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bersivê bide pirsên wê. Uca got, „Li gorî rapora CPT´yê mafê Ocalan heye ku 3 saetan bi girtiyên din re sohbetê bike û 3 saetan bi hevre sporê bikin. Dîsa xwedî maf in ku 2 saetan bi hev re bernameyê çêkin. Lê tenê 2 kesan derdixin van bernameyan. Dema Ocalan vê rewşê cuda dinirxîne cezayê dsîplîne lê dibirrin. CPT rewşa dsîplînê wekî avêtina hucreyan pênase dike û wekî tecrîdê dibîne. Ev rewş nayê qebûlkirin. CPT şertên înfaza giran qebûl nake. CPT destnîşan dike ku divê hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re bi rêk û pêk bê kirin."
Pirsên ji wezîrê Tirk
Uca ev pirs ji wezîrê Tirk kirin:
* Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Aliyê vê yê hiqûqî li gorî hiqûqa dewleta Tirk û ya navneteweyî çi ne?
* Sedema hiqûqî ya tecrîdkirina Birêz Ocalan çi ye?
* Tirkiye endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê ye. Di metnê peymanê de bang dike ku Birêz Ocalan û girtiyen li îmraliyê jî wekî girtiyên din xwedî heq û hiqûq bin. Ji bo rastkirina vê yekê hewldanên we çi ne?
* CPT dixwaze girtiyên li îmraliyê bi girtiyên din re bidin û bistînin. Ji bo ev maf bê parastin, gelo gav wê bên avêtin?
* Tekildarî tecrîda li Îmraliyê berê ji pêşnûma pirs hatin dayîn û we bersîv neda. Sedema bersivnedanê çi ye´ ENQERE