- Parlamentera DEM Partiyê Salîh Aydenîz diyar kir Barzanî ji bi nêzîkatiyeke bazirganiyê hevkariyê bi tevgera dagirker a Tirk re dikin û diyar kir bi maweyeke dirêj ev ê encamên xirab bîne. Aydenîz derheqê tecrîdê jî got tecrîd êrîşeke berfireh a li ser heqê Kurdan ê kolektîf e û ji bo azadiyê divê tecrîd were şikandin.
Parlamentera DEM Partiyê Salîh Aydenîz derheqê tevgera dagirker a Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ku bi piştevaniya malbata Barzanî didome got,’’Rêveberiya PDK'ê jî ji aliyê îstîxbarat û lojîstîkê ve piştgirî da Tirkiyeyê. Piştgiriya yekser an jî neyekser a PDK'ê ya ji bo van polîtîkayên dijminane, ji bo gelê Kurd cihê xemgîniyê ye. Li gel PDK'ê dewleta Iraqê jî li hemberî van êrîşên li ser gelê Kurd bi giranî bêdeng ma û êrîş ji nedîtî ve hat. Bêguman divê bê destnîşankirin: PDK ji ber ku bi AKP'ê ve girêdayî ye, zerara ku ev pêvajo bide gel û destketiyên Kurdan nabîne. Ev rewş nîşan dide ku PDK mixabin ji ber armancên xwe yên demkurt destketiyên Başûr dixe metirsiyê."
Barzanî bazirganiya xiyanetê dikin
Salîha Aydenîz destnîşan kir Barzanî rewşa li herêmê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û bazirganiyê dinirxînin, bi maweyeke dirêj ev ê encamên neçê bi xwe re bîne û got,’’Destûra ji bo avakirina zêdeyî 100 baregehên leşkerî li Başûr û mohrkirina hin peymanên bazirganiyê wê bibin sedema pirsgirêkên girîng ku kontrola li ser çavkaniyên herêmê ji dest bide. Bi van kiryaran, bi gotinên weke 'Sedema şer û dagirkeriyê PKK ye' dixwazin polîtîkayên dagirkeriyê belav bikin.’’
PDK xizmeta şer dike
Salîha Aydenîz êrîşên terorî yên Tirk ên bi SÎHA’yên yên li ser sivîlan, êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî, valakirina gundan û talankirina xwezaya Kurdistanê bi bîr xist û got,"Ev yek jî tê wateya binpêkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd, di heman demê de têkbirina rewşa demografîk a herêmê. Ji ber vê yekê jî PDK bi helwesta xwe ya heyî mixabin xizmetê ji vî şerî re dike. Bêguman di serî de Başûr ev rewş destketiyên gelê Kurd bi temamî dixe metirsiyê.
Şerê taybet didome
Salîha Aydenîz işaret bi zexta desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser nasname, ziman û çanda gelê Kurd kir û got, "Bi polîtîkayên şer ên li Rojava, bi dozên kûmpasê, zextên li ser tevgera jinê û girtinê yên li Bakur xwe nîşan dide. Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û ciwanên Kurd bi rêk û pêk dewam dikin.’’ Aydenîz qetilkirina rojnamevan Hêro, Gulîstan, êrîşên li ser Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xist û got ev jî polîtîkayên şerê taybet in.
Dixwazin tecrîdê mayinde bikin
Salîha Aydenîz ragihand li gel talankirina xwezayê, êrîşên siyasî û polîtîkayên şer desthilatdariya AKP-MHP'ê heta jê tê êrîşên çandî jî dike û got, Desthilatdariyeke welê li pêşberî me ye ku bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd, bi polîtîkayên şer û tecrîdê dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike. Ev rewş Tirkiyeyê ber bi tengaviyeke civakî, siyasî û aborî ve dehf dide. Hewl tê dayin ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina faşîzma rejîma yek şexsî bi rejîma tecrîdê bê mayindekirin."
Rabûna tecrîdê wê têkoşînê geş bike
Salîha Aydenîz bi dewamî got, "Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin û bikaranîna vê tecrîdê bi armanca xitimandina pêvajoyên dîplomatîk, astengiya herî mezin a li pêçiya çareseriya aştiyane ye.
Ev tecrîd ne tenê binpêkirina mafên şexsî yên Birêz Ocalan e, di heman demê de êrîşeke bi rêk û pêk a li ser mafên kolektîf ên gelê Kurd e. Ji ber vê jî daxwaza ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan divê esasê têkoşîna polîtîk a gelê Kurd be. Ji ber ku tecrîd ne tenê li dijî şexsekî ye, her wiha li hemberî daxwazên gelekî yên ji bo ziman, çand, jiyan, aborî, xweza, jin û ciwan, li pêşiya daxwazên azadiyê mîna dîwarekî disekine. Şikandina tecrîdê wê têkoşîna gelê Kurd hîn xurt û bi bandor bike.’’ANF/AMED