‘Tayînkirin mafê me ye’
Sêşem 5 Mijdar 2024 - 16:45
- Bi salane xwendevanên zanîngeh û peymangehan qedandine daxwaza tayînkirinê dikin, lê hikumet guh nade daxwaza ti kesê. Piştî ku Wezareta Xwendina Bilind, 400 kes li Zanîngeha Raperîn tayîn kir, nerazîbûnên mezin bi xwere anî.
Yekemînên zanîngeh û peymangehan yên Zanîngeha Raperînê daxwaza tayînkirinê dikin. Derbarê mijarê de yekemînên zanîngeh û peymangehên Raperînê, axivîn.
Yekemînên zanîngeh û peymangehê qedandine daxwaza tayînkirinê dikin û dibêjin; “Piraniya kesên hatine tayînkirin, ti car jî bi peyman kar nekirine, piraniya wan jî li ser bingeha hizbatî û xizmatiyê hatine tayînkirin. Tayînkirin mafê meye.”
‘Rûmet ji me re nehiştin’
Sarêj Mehmud ji beşa erdnîgarî ya Zanîngeha Raperîn weke yekem temam kiriye, Sarêj got; “Ji sala 2016’an ve bi hêceta nebûna mûçe em nehatine tayînkirin. Lê niha em dibînin li Zanîngeha Raperîn nêzî 400 kes hatine tayînkirin. Ev bûye sedem ku rûmeta yekemînan, li zanîngehê nemîne. Beşek kesên hatine tayînkirin, rojek jî bi peyman kar nekirine. Ev jî bûye sedem ku yekemînên zanîngehan nerazîbûn nîşan bidin. Mafê meye ku em werin tayînkirin.” Sarêj bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bikevin nava liv û tevgerê û derbarê kesên hatine tayînkirin de, lêkolîn bidin destpêkirin. Sarêj got ku ewê heya dawî ji bo mafê xwe li qadan bin.
‘Zanîngeh cihê hizban nîne’
Yekemînek din yê zanîngehê qedandî Çalak Hemede, Çalak jî got; “Tayînkirin mafê yekemînên zanîngehane, lê li Kurdistanê kes girîngî nade vê, kesên rojek jî bi peyman kar nekirine, niha tayîn dikin. Zanîngeh cihê yekemînane, ne cihê kesên bi hizb û malbatî tên tayînkirin e. Em ne li dijî tayînkirinê ne, em tenê dijî gendeliya hatî kirine. 5 salin min xwendinê temam kiriye, heya niha ez benda tayînkirinê me, nabe ez vê yekê qebûl bikim.”
Hêjayî gotinê ye di nava 5 salên borî de, bi giştî hejmara yekemîn, duyemîn û sêyemînên Zanîngeha Raperîn nêzî 450 kesin. Herwiha li gorî daneyan hejmara yekemînên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê jî zêdetirî 10 hezar kesin. Ji sala 2017’an ve Hikumeta Herêmê deriyê tayînkirinê ji ber hêceta qeyrana darayî girtiye. ROJNEWS/RANYE