- Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ku hefteyeke li Emerîkayê ye, di panelek de bal bire ser rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Nexêr ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Rêya rast a çareseriyê danûstandin e. Bi tûndûtijiyê pirsgirêk çareser nabin, berovajî pirsgirêkan zêdetir dike.”
Talebanî di derbarê şerê dijî Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd a li herêmê de axivî û got: “Pirsgirêka Kurd bi rêya leşkerî çareser nabe ku Tirkiye her tim vê rêyê dubare dike. Pirsgirêka Kurd wê bi rêya diyalog û ji hev famkirinê çareser bibe. Hinek welat dibêjin tiştek bi navê pirsgirêka Kurd nîne. Lê ev nêrîn xelet e. Hejmareke zêde ya Kurdan li wan welatan heye ku digihe 50 milyon kesan.’’
Çare danûstandin e
Talabanî bi domdarî got,’’ Radibin dixwazin pirsgirêka Kurdan bi şer çareser bikin. Nexêr ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Rêya rast a çareseriyê danûstandin e. Bi tûndûtijiyê pirsgirêk çareser nabin, berovajî pirsgirêkan zêdetir dike.”
Di dewamê de Talebanî got ku bi salane hatiye ispatkirin pirsgirêka Kurd bi tûndutijiyê çareser nabe û wiha dom kir: “Vaye bi salan e ev pirsgirêk li herêmê heye û çareser nebûye. Tenê serî li rêyên leşkerî hatiye dayîn ku vê yekê jî nekariye pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev jî nêrîna zelal û eşkere ya min û partiya min a li ser pirsgirêka Kurd e.”
Di derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Serokê YNK’ê Bafil Talebanî axivî û got: “Ez û partiya min jî li gel wê yekê de ne ku pirsgirêka Kurdan li Suriyeyê jî bi aqilane çareser bibe. Lê car din ew jî li ser mijarê li ser heman rêya berê difikirin. Divê ew jî bizanin ku pirsgirêkek binavê pirsgirêka Kurd heye, çareseriya wê jî li wî welatî bi rêya giftûgoyê dibe.”
YNK hevkarê Rojava ye
Talebanî bal bire ser têkoşîn û şerê QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî û got: “Kurdan bi serkeftî şerê DAIŞ’ê kirin û demek dirêj bi vî şerî ve mijûl bûn. Ew gelek nêzî Emerîkayê û hêzên din li herêmê hene. Niha jî ew şer berdewam e . Tirkiye ji me re dibêje madem hûn alîkariya Kurdên Suriye dikin, wê demê hûn alîkariya PKK’ê dikin. Wisan difikirin ku me kelûpelên leşkerî ji bo PKK’ê şandine. Ev bi temamî ne rast e. Ez gelek aşkere vê gotinê dikim, bila her kes bizane ku YNK hevkariya birayên xwe yên li Suriyeyê dike û bê guman em ê bikin jî.”
Talebanî di dewama axaftina xwe de diyarkir ku biryarek ya parlementoya Herêma Kurdistanê ya ji bo alîkarîdayîna Rojavayê Kurdistan a li dijî DAIŞ’ê heye û YNK vê biryarê bicih tîne. Talebanî got: “Li Iraq û Suriyeyê li şerê dijî DAIŞ’ê de me alîkarî da. Wan jî li Suriye û Iraqê alîkariya me kirin. Peyama vî şerî dijayetiya DAIŞ’ê ye ne dijayetiya Tirkiye ye.”
Tirkiye guh dide PDK’ê
Di derbarê peywendiyên YNK’ê û Tirkiye de jî Bafil Talebanî got: “Tirkiye nayê li gel me giftûgo nake, guhê xwe dide hevrikên me yên siyasî (PDK û hin hêzên din), yan jî guhê xwe dide dijminên me. Ji ber wê Tirkiye behaneyan li dijî Tirkiye nîşan dide.”
YNK weke hinan agahî nade Tirkiyê
Di dewamê de Bafil Talebanî got: “Ferqa me li gel hinek alî û gruban ew e ku ew telefon yan GPS yek di destê wan de ne û agahiyan didin Tirkiye. Lê YNK ti demê vê yekê ji bo ti welatek nake. Ti Kurdek li nav YNK’ê de ne berê ne jî niha nekiriye. Tişta em dikin rêbaza Mam Celal e, ew alîkarîdayîna hemû aliyek ku baweriyê bi diyalogê heyî ye. Mam Celal alîkariya ti dewletek nekiriye ku ji netewe û rêbaza xwe dûr ketibe.” ROJNEWS