Emîndartiya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê bi biryarekê Ala Talebanî weke Şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo kar û barê jinan destnîşan kir.

Emîndartiya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku parlamentera berê ya Iraqê Ala Talabanî, weke Şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo kar û barên jinan hat destnîşankirin.

Ala Tehsîn Hebîb Talebanî di sala 1966’an de li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Di warê edebiyata Ingilîzî de xwedî master û di warê zanistên siyasî de bawernameya lîsansê wergirtiye, her wiha beriya niha parlamentera Iraqê û endama berê ya Rêveberiya YNK’ê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN