Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa li herêmê ji rewşenbîrên herêma Cizirê re axivî. Wê got, li hemberî van êrişên ji bo îmha û înkarkirina gelê herêmê, rol û mîsyoneke diyarker dikeve ser milê rewşenbîran.

Newroz Ehmed êrişên dewleta Tirk weke tehlûkeyeke mezin nirxand û got, “Dewleta Tirk gelek caran ji bo ku êrişî herêmê bike, hincet derxistin. Ev yek gelek caran ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate gotin. Dewleta Tirk di van êrişan de hebûna gelê herêmê dike hedef. Ne tenê navendên leşkerî dikin hedef, yekser hebûna gel di bin tehlûkeyê de ye. Erdogan di vê pêvajoyê de ji bo serketina hilbijartinê bi awayekî çavkorî êriş dike.”

 

Hêzên li Sûriyeyê êriş erê kirin

Newroz Ehmed got, “Her çiqasî niha hinek nerazîbûn derketibin holê jî, careke din jî di destpêkê de ev êriş bi êrêkirina van hêzan pêk hat. Em bi awayekî zelal vê yekê dibînin. Em dizanin ku bêyî êrêkirina van hêzan, ev êrişa dagirkeriyê pêk nehat. Niha bi taybetî jî aliyê hêzên koalîsyonê derket pêş. Rûsya dixwaze ji hinek herêmên ku em lê ne, derkeve. Armancê wan jî dema em bi herêmên Bakurê Sûriyeyê re mijûl dibin da ku hêzên rejîmê jî xwe li başûrê herêmê bi cih bikin. Dewletê Tirk dixwaze bi taybet li bajarên weke Tabqa, Reqa û Dêrazorê gel hem li hemberî me hem jî li hemberî Koalîsyonê rake. Bi vî rengî dixwaze me lewaz bike da ku hêzên rejîma Sûriyê li herêmê serwer bibin.”

 

Erdogan dixwaze sînor dagir bike 

Newroz Ehmed mebesta Erdogan wiha tîne ziman, “Erdogan ew serketina ji bo hilbijartinê, ne li herêmên me ne jî li Iraqê bi dest xist. Ji ber wê jî ew ê nesekine, ew ê her tim hewl bide armanca xwe pêk bîne. Bi taybetî jî dixwaze herêmên li ser sînor dagir bike. Ji Erdogan re ne dost ne jî dijmenekî dayîmî heye ji ber wê jî serî her rêbazê dide û li ser herêmên me bazarê dike. Li hemberî vê jî hikûmeta Sûriyeyê ne xwedî helwêsteke radîkal e.”

 

Rewşenbîr hêza teyisandinê ne

Newroz Ehmed rola rewşenbîran bi bîr anî û got, “Em di warê leşkerî de xwedî amadekarî ne. Her çiqasî xwestin gelê me jî bitirsînîn lê gelê me xwedî helwêsteke xurt e. Helbet herkes wê hesabê vî gelê xwedî helwêst, bike. Di vê mijarê de bi taybetî weke rewşenbîr helwêstên heyî giring in. Rewşenbîrên me xwedî helwêstên bi sekneke diyar in. Rewşenbîrên me xwedî ruhê welatparêziyê ne. Di gelek şoreşan de yên ku vê diteyisînin civakê, rewşenbîr in.”