Somaliyê peyman red kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 8 Çile 2024 - 03:30

Serokomarê Somalî Hesen Şêx Mehmûd qanûna betalkirina peymana di navbera hikumeta Etiyopya û Somalîlandê de ya têkildarî korîdora deryayî îmze kir. Hesen Şêx got:"Ev qanûn helwêsta fermî ya komara federasyona Somalî ye, her wiha peyameke xurt a li hemberî kesên dixwazin êrişên bejahî, deryayî û hewayî li dijî gelê Somalê pêk bînin e."

Serokomarê Somalî di xîtaba xwe ya li ber parlamentoyê de got:"Peymana di navbera Etiyopya û rêveberiya Somalîlandê de ne rewa ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye, nabe were pêkanîn." Hêjaye gotinê ye ku beriya çend rojan Etiyopya û Somalîlandê peymaneke ji bo avakirina baregeheke leşkerî û pêşxistina bendereke li ser Deryaya Sor îmze kir. Peyman ji aliyê Komkara Ereban ve hat redkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.