Li Somaliyê 150 kes ji Şebabê hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 4 Îlon 2023 - 16:36

Hate ragihandin ku di operasyona hevbeş a artêşa Somaliyê û hêzên herêma Medeqê ya naverasta welat de, 150 çekdarên Tevgera Şebab a girêdayî El Qaîdeyê, hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî yên Somaliyê dan zanîn ku “Operasyonê armancên xwe pêk anîn. Di encama operasyonê de 150 çekdarên Tevgera Şebab hatin kuştin ku li wargeheke li herêma Domî ya Medeqê perwerdeya leşkerî diditîn.”

Ji salan ve li Somaliyê şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Tevgera Şebab a girêdayî El Qaîdeyê de rû dide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.