- Derket holê ku Hasan Karaslan ê ku hevjîna xwe û 3 zarokên xwe qetil kirine, pismamê endamê Hizbulkontrayê Salih Karaaslan bûye. Û bi rehetî peydakirina sîlehê jî dibe ku ji ber vê be.
Li navçeya Şirnexê Hezexê, Hasan Karaaslan komkujiyek kir. Wî hevjîna xwe Leyla, keça xwe Derya ya 17 salî, keça xwe Melek a 16 salî û keça xwe Şerîfe ya 13 salî di xew de qetil kirin. Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut çû taxa komkujî lê pêk hatî û derxist holê ku jixwe her kesî pê dizanî wê ev komkujî bibe, lê kesî tiştek nekiriye. Wekî din derket holê ku têkiliyên malbata wî bi kontragerîla re hebûn û ji ber wê yekê tevî ku şîzofren bû karîbû xwe bigihîne sîlehan.
Li Taxa Yenî ya navçeya Şirnexê Hezexê, Hasan Karaslan pêr bi şev, hevjîna xwe Leyla Karaaslan a 40 salî, û zarokên xwe Derya (17 salî), Melek (16 salî) û Şerîfe (13 salî) di xew de qetil kirin û piştre jî çû teslîmî Midûriyeta Polêsan a Hezexê bû. Hat zanîn ku Karaaslan bi salan e, bi awayekî sîstematîk şidet li hevjîna xwe û zarokên xwe dikir. Tevî vê yekê jî, kesî ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin, tiştek nekiriye.
Dîn be jî tu wê lê miqate bî
Hat zanîn ku Leyla Karaaslan beriya bi çend rojan jî ji malbata xwe û xezûrê xwe re gotiye, "Ev şîzofren wê min bikuje". Li dijî vê jî malbatan jê re gotiye, "Ma dîn be tu lê xwedî nabî, lê miqate nabî? Divê ku tu wî wisa qebûl bikî”. Ji ber tundiyaşidetê , Leyla her carê diçû cem mala dê û bavê xwe dima, û bi mehan jî nedihat malê. Li aliyê din, hat zanîn ku tenê keça wan a 10 salî Meysûna xwe li pişt sarincê veşartiye û xwe ji komkujiyê xilas kiriye kiriye.
Çima çekdar bû?
Keça xaltîka Hasan Karaaslan û cîrana wî, Makbule Orek a 55 salî dibêje, Hasan Karaaslan bi salan şidet li hevjîna xwe û zarokên xwe dikir: "Ev zilam bi salan bû şidet li Leylayê dikir. Dema ku dit Leylayê di hembêza xwe de şîr dida zaroka xwe lê dixist. Leylayê derdê xwe ji ti kesî re nedigot. Wê şeva ku hat kuştin, xew nediket çavê min. Wê êvarê Hasan qet nesekinî. Her li ser cadeyê diçû û dihat. Pişt re derengî şevê dengê çekan hat. Kurê min ji min re got, 'Yadê vî zilamî zarokên xwe hemû kuştin’ Me ji tirsan newêrî biçin. Pişt re, me hewl da û em çûn. Leyla ji bo ku xwe rizgar bike heta ber derî hatibû. Laşê wê hemû di nav xwînê de mabû.
Dema ku em çûn bi giranî birîndar bû. Pişt re li cihê bûyerê ruh jê çû. Hesen jî bi awayekî rehet çeka xwe da milê xwe û siwarî erebeyê bû û çû teslimî miduriyeta polêsan bû. Dema ku em ketine hundirê malê, her der xwîn bû. Zarokên xwe di xew de qetil kiribûn. Digotin, ew dîn e. Lê çi karê çekê di destê mirovekî dîn de heye?
Heger zarokên wî yên din jî li wir bûna, wî dê ew jî qetil bikirana. Tenê zaroka wan a 10 salî Meysunayê xwe xwe xilas kiriye."
Berdin wê zarokên mayî jî bikuje
Orek got, Karaaslan nedihişt ku Leyla biçe devê deriyê malê jî: "Zarokên wî ji ber şideta wî, li malê nediman.
Hin zarokên wî hêj nava mala xwe nedîtine. Em ji tirsan nediçûn mala wî. Ji ber wî, Leylayê nedikarî gavekê jî biavêje. Destûr nedida ku heta destşokê jî biçe. Zilm li Leylayê dikir. Ne Leyla dihat mala me, ne jî em diçûn wê derê. Bila wî bernedin. Baweriya me bi dewletê nayê, dibe ku berdin. Heke berdin wê zarokên xwe yên mayî jî bikuje.”
Zilma 15 salan
Emîne Aslan a 37 salî, ev 15 sal in cîrana Leyla Karaaslanê ye. Ew dibêje, jiyana zarokan û Leylayê di xetereyê de bû û wiha dewam dike: "Ez ev 15 sal in Leylayê nas dikim. Leyla miroveke gelek cuda bû. Zilamê wê şîzofren bû. Min dizanî ku şidetê lê dike, lê wê ji me re nedigot. Ji ber şideta wî, Leyla diçû mala bavê xwe û bi mehan nedihat. Jiyana wê di tehlûkeyê de bû. Her kesî dizanî, lê kesî tiştek nekir. Ji tirsan derdê xwe ji kesekî re nedigot. Di wê komkujiyê de tenê keçekê wê xwe xilas kir."
Pismamê endamên kontra gerîla ye
Li aliyê din di çapemeniya Tirkiyê de jî hin agahî li ser qatil belav bûn. Derket holê ku Hasan Karaaslan di îfadeya xwe de îdîa kiriye ku wî deng bihîstine û û wî jî gule reşandine. Gava hevjîna wî reviye odeyeke din, çûye ew jî kuştiye.
Hasan Karaaslan pismamê Salih Karaaslan e ku di şerê navxwe yê hizbul-kontra de hatibû kuştin.
Ew ji gundê Xirabê Şeref in. Salih Karaaslan sala 1991´ê ji bo ku bizewice destûrê ji fermandarê xwe yê kontra gerîla Mehmet Salih Kolge dixwaze. Ew destûrê nade vê. Ji ber ku dawî li zewaca xwe naîne, Mehmet Salih Kolge wî û hevjîna wî direvîne û li Entabê di jêr zemînekê de wan bi êşkencê dikuje. Kolge paşê wê bihata dadgeh kirin û ji ber 91 înfaz û cinayetan wê bihata cezakirin. Lê dewleta Tirk wê ev qatilê xwe paşê serbest bikira.
Bavê qatil Salih jî li gundekî Hezexê cerdevan bû. Di şerekî 1992´yan de bavê wî û birayê wî yê mezin hatibûn kuştin. Ev têkiliyên bi kontragerîla û hizbûlkontrayê re nîşan didin ka wî çawa kariye xwe rehet bigihîne sîlehê.
NAVENDA NÛÇEYAN