• Li Herêma Bamernê 2 wesayît kirin hedef û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk li Herêma Bamernê 2 wesayît kirin hedef û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn.
Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker doh danê êvarî saet li 16:30’î li gundên Hesenpîrkê û Şîrta yên girêdayî Bamernê li du wesayîtên sivîlan xistin. Di encama bomberdûmanê de sivîlek bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî yê xelkê Batûfa ya girêdayî bajarokê Zaxo û Ebdullah Ehmed şehîd bûn.
Dema êriş pêk hat dezgehên ragihandinê yên girêdayî PDK’ê Rudaw û K24 ji bo rastiyê ji xelkê Başûr veşêrin, di nûçeyên xwe de diyar kirin ku balafirên şer li wesayîta gerîlayên PKK’ê dane. Lê belê piştî ku çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku sivîl bûne hedef û şehîd bûne, heman dezgehên çapemeniyê nûçeyên xwe pûç kirin û neçar man ku ragihînin sivîl hatine bûne hedef û şehîd bûne.
Paşê jî derket holê ku Ebdullah Ehmed pêşmergeyê PDKê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN