Sirra Bi Kul; serboriya dê û zarokekî
În 1 Mijdar 2024 - 17:15
- Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka bi navê “Sirra Bi Kul” a nivîskarê navdar Stefan Zweîg çap kir.
Romana Sirra Bi Kul dide pê serboriya dê û zarokekî. Dêyek dixwaze macerayan bijî... Kurê wê dixwaze were hezkirin… Hezkirin û macera dibin fetl û ger; û dêya ji jiyanê têrnebûyî û zarokê nazenîn dikişînin nava xwe. Nivîskarê navdar Stefan Zweig di vê romana efsûnî de valahî, qelsî û kêmasiyên jiyana mirovan bi çavekî psîkolojîk vedibêje… Psîkolojî û çîrok bi qelema Zweig têne hûnandin û jê nimûneyeke edebiyatê ya cîhanê derdikeve holê. Xwendevan, bi saya vê kitêbê hîn dibe ku bi çavekî psîkolojîk li têkiliya bi malbatê re binihêre…
Stefan Zweîg
Stefan Zweig (Ştefan Svaîg) yek ji nivîskarên herî navdar yê sedsala 20an e; lê herwisa yê herî bê talîh e jî. Lewra ew wek Cihûyek beriya şerê cî hanê yê yekê di sala 1881ê de li Viyanayê tê dinê û beriya xelasbûna şerê cîhanê yê diduyan ji welatê xwe dûr li Petropolîsa Brezyîlayê di 1942yan de dimire. Bi vî awayî ew dibe şahidê trajediya miletê xwe û ya Ewrûpayê bi tevahî. Di kitêba xwe ya bi navê Cîhana Do – Bîranînên Ewrûpiyekî de bi teferuat behsa vê trajediyê dike.
Berhemên Zweig li gorî texmînan hetanî niha li 50 zimanî hatine wer gerandin, ji gelek kitêbên wî fîlm û formatên din hatine çêkirin. NAVENDA NÛÇEYAN