Şirketa DNO karê xwe rawestand
Pêncşem 30 Adar 2023 - 00:23
Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê ya têkildarî ragirtina nefta Herêmê ya ji bo Tirkiyeyê, Şirketa DNO´ya Norveçî ku li Herêma Kurdistanê di warê derxistin û hinardekirina neft û gazê de kar dike, ragihand ku ew bi awayekî demkî karê berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê disekinîne.
Şirketê, diyar kir ku 4 roj piştî ragirtina hinartina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya xeta lûleya neft û gazê ya Tirkiyeyê ya ji bo Bendera Ceyhanê, wan bi awayekî demkî berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê rawestandiye.
Şirketa DNO li bîrên neftê yên Tawkê û Pêşkebîr rojane 107 hezar bermîl neft derdixist. Ev jî dike ji sedî 25’ê nefta Herêma Kurdistanê ya ku wê di bin navê aboriya serbixwe de difirot bazara cîhanê.
NAVENDA NÛÇEYAN