- "Meydana berbelavbûna zimanê Kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye."
Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, beriya bi 40 salan, pirsa dadgerê dagirkeriya Tirk "Kurdistan li ku derê ye?" wiha bersivandibû: "Meydana berbelavbûna zimanê Kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye."
Înkarkirina heqîqeta kurd û Kurdistanê beriya bi 40 salan di 'Doza Sereke ya PKK'ê' de jî bû hêla sereke ya dadgehkirinê. Di dozê de yek ji kesên ev heqîqet ragihandî cîhanê jî Kemal Pîr bû. Ew di dema 12'ê Îlonê de di "Zindana Jimare 5'an" (Girtîgeha Amedê ya Eskerî) de mabû û di 7'ê Îlona 1982´yan de di Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'yan de jiyana xwe ji dest dabû.
Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, bi bernavê xwe "Laz Kemal", ji Gumuşhaneyê bû.
Di rûniştina 26'ê Gulana 1981'ê de Kemal Pîr, wiha dest bi gotinên xwe dike: "Ez wisa yeqîn dikim ku ev dadgeh, dadgeheke dîrokî ye. Yanî ne dozeke hêsan e; ji tiştekî hiqûqî wêdetir, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Wekî mirovekî dixwazim heqîqet li bara dîrokê eşkere bibin, yanî dixwazim di şexsê min de rastî eşkere bibin.
Li Kurdistanê tevgera rizgariya neteweyî hebû. Wê anîna cem hev a şoreşgeran ji xwe re kiribû wezîfe. Ev tevgera ku di 1972'yan de çêbû û niha wekî tevgera PKK'ê tê naskirin, ne tevgerek bû, bizaveke bîrdozî û siyasî bû."
Dadgerê wê dadgeha eskerî, albay Emrûllah Kaya hingê ji Kemal Pîr dipirse: “Qesda te ya ji Kurdistanê ku derê ye?"
Kemal Pîr jî wiha lê vedigerîne: "Pêkanîna sînorên neteweyekê bi qadên ziman pêkan e. Bi qada berbelavbûna ziman pêkan e. Li cîhanê hêla wê ya asayî ev e."
Dadger wiha di pirsa xwe de israr dike: "Ev ziman li ku derê tê axaftin?" Hingê jî Kemal Pîr got, "Meydana belavbûna zimanê Kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye."
Dadger xwest Kemal Pîr ta jê re bi derziyê ve bike: "Ev der ku derê ye?"
Kemal Pîr jî wiha lê vegerand: "Ev der Dîlokê dihewîne, Mereşê dihewîne, qismek Sêwazê dihewîne, ji wir heya Erziromê, qismek Qersê û ewka wê ya têkildarî beşa Tirkiyeyê wisa ye. Qada belavbûnê ya vî zimanî ev der e."
NAVENDA NÛÇEYAN