Saziyên Êzîdiyan ên li Ewrûpayê bi daxuyaniyeke hevpar, pêngava "Bes e ji qirkirinê re, statu ji bo xweseriya Şengalê" silav kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî rast a ji bo fermanan, xweseriya Şengalê û xweparastina civakê ye.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) di 22'ê Îlona 2020'an de bi civîneke awarte dest bi pêngaveke bi navê "Bes e ji qirkirinê re, statu ji bo xweseriya Şengalê" kiribûn.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî, Navenda Çanda Êzîdxanê û Meclîsa Gundên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar pêngava xweseriya Şengalê silav kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêngav gaveke rast e, rewa ye û mafê civaka Êzidiyan e û hate bibîrxistin, ku pêngav di 28'ê Îlona 2020'an de li navenda Şengalê bi meşeke girseyî ji raya giştî re hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna civaka Êzîdî ya li dijî DAÎŞ'ê hate kirin, ku ji 3'ê Tebaxa 2014'an ve tê meşandin û hate diyarkirin, ku civaka Êzîdî ji bo statuya demokratîk û biratiya gelan hemû sazî û dezgehên xwe yên xwerêvebirinê ava kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN