- Şîlan tevî ji gelek nexweşiyan re derman e, weke rîçal, çay û xoşavê jî li ser sifreyan cihê xwe digire.
GUL GUZEL
JINNEWS/AMED
Şîlan tevî ji gelek nexweşiyan re derman e, weke rîçal, çay û xoşavê jî li ser sifreyan cihê xwe digire. Şîlan payîzê digihêje. Şîlana hişkirî û tovên wê di çêkirina dermanan de bi awayên cuda tê bikaranîn. Kulîlkên şîlanê jî di dermanên tibî, parfum, ava gulan de tê bikaranîn. Bi taybet jî ji bo xurkitina pergala xweparastinê ya gewdê mirov wek çay û rîçal tê bikaranîn. Ger rast bê demkirin û li gor pîvanê bê bikaranîn gelek şifayên wê hene. Şîlan ji ber madeyên organîk yên têde û antîoksîdanan kolestrola beden kêm dike. Li dijî qeyrana dil û felcê jî gelek bi bandore. Di alî vîtamîna C de jî dewlemend e. Ligel vê pêşî li hucreyên pençeşêrê digire û nahêle hucreyên bi zirar zêde bibin.