Dewleta Tirk a dagirker û qirker tevî çeteyên xwe êrişî erebeyên li ser rêya M4 dikin. Şifêran fikar û metirsiyên xwe yên ji ber êrişan anîn ziman. Şifêran bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku van êrişan rawestînin û rê ewle bikin.
Rêyê M4 ji rêyên girîng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku herêmên bakurê rojhilat bi herêmên rojava û hundirê Sûriyê ve girê dide.
Ji destpêka êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 9’ê Cotmeha sala borî de û piştî dagirkirina bajarên Serkaniyê û Girê Spî, êrişên dewleta Tirk li dijî vê rêyê zêde bûn. Sivîl jî her tim û bi awayekî yekser ji hêla nuqteyên dewleta Tirk yên nêzî rê ve, dibin hedef tevî ku Rûsyayê garantî dabû ku ev rê ewle ye.
Piştî 7 mehan, rêya M4 a li beramberî herêmên Serkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, di 25’ê Gulanê de bi mîsogeriya Rûsya, bi rêya meşandina  dewriyeyên Rûsyayê li erebeyên sivîlan, hate vekirin.
Şifêrê bi navê Ezîz Mihemed ê ji Kobanê got, sekvanên Tirk êriş dikin.

ANHA/EYN ÎSA