Seyîd rojnamevekî şoreşger ger bû

Yekşem 22 Îlon 2024 - 17:30

  • Rojnamevanên Rêveberiya Xweser ku Seyîd Evran nas kiribûn anîn zimên ku Seyîd Evran ne tenê rojnamegerek bû, ew her wiha şoreşgerek bû, tim gel ji bo xwe esas digirt, ew bîra çapemeniya ya Partiya Karkakerên Kurdistanê bû. Hevrêyên Seyîd gotin ew ê têkoşîna wî bibin sêrî.

ROJDA DENÎZ-DERYA EFRÎN/ ANF/QAMIŞLO

Di despêka avakirina Ragihandina Azad da ya li Rojavayê Kurdistanê Seyîd Evran roleke mezin lîstibû. Ji 2011'an heta 22'ê Îlona 2023'yan, Seyîd Evran ne tenê bi pênûs û kamereya xwe şer kir, her wiha şervan jî avakirin.  Îro jî şervanên şehîd Seyîd Evran xwedî li mîrateya wî ya şopandina heqîqetê derdikevin û vê têkoşînê berdewam dikin.
Di yekemîn salvegera şehadeta rojnemevan Seyîd Evran de, rojnemevanên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku perwerdeya Şehîd Seyîd Evran wergirtine, helwest û hestên xwe di vê rojê de anîn ziman.

Ew milîtanekî tevgera azadiyê bû
Rojnemevan Lava Îbrahîm anî zimên wî û Seyîd Evran li Akademiya Şehîd Fayîq a Ragihandinê hev nas kirine, dema ku nû hev dîtine weke ku bi salan hev nas dikirin tevgeriyaye û got,’’Ji bo min siûdeke bû ku min li wê Akademiyê Heval Seyîd nas kir. Ji ber ku hevrê Seyîd Evran kedeke mezin daye, mirov nikare bi çend hevokan behsa kesayatiya wî bike. Lê milîtanê tevgera azadiyê bû û rojnemevanek şoreşger ku bû ku 53 salên xwe ji bo heqîqetê di vê dozê de feda kir.”

Tim gel esas digirt
Derheqê Seyîd Evran, Ibrahîm got ew bi hîsên tije û zindî bû, dema ku behsa bîranînên xwe dikir mirov digot qey ew li wir pê re dijîn; dema ku li Hesekê buna behsa Efrînê û berxwedana li wir dikir û wan jî xwe li Efrînê hîs dikir. Ibrahîm anî zimên ku Seyîd Evran li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyaye, tim gel ji xwe re esas digirt û got,’’Tim digot,’Ji bîr nekin, em ji bo gelê xwe kar dikin.’’
Ibrahîm wiha behsa rojnamevan Seyîd Evran dike:’’Ji me re digot divê rojnemevan her dem di nava lêgerîn û dîtinê de be. Digot divê doz û daxwaza gelê xwe ji xwe re esas bigre. Gotin û pratîka wî yek bû. Hevrê Seyîd di nameya xwe ya dawî de dibêje, ‘Hîna gelek tişt mabû, lê dem ewqas bû û ez dizanim ku hevalên li pey min mane, wê van xebatan bigihînin serî.’’

Seyîd bîra çapemeniya PKK’ê bû
Nûçegihanê Ronahî TV’yê Zekeriya Şêxo, diyar kir ku ew li Efrînê tevlî perwerdeya ragihandinê bûye û rojnamevan Seyîd Evran li wir nas kiriye. Şêxo anî ziman ku Seyîd Evran ji perwerdeyê hez dikir, ji bilî rojnamevaniyê ew şoreşgerek bû û her tim dixwest ku civakê nas bike. Şêxo got,’’Hevrê Seyîd Evran hafizeya çapemeniya Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Heval Seyîd li ser rastiya PKK'ê diaxivî, fikir û felsefeya Rêber Apo bi kurahî di anî ziman. Seyîd Evran bi taybetî ji bo rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sembol bû.’’

Em ê têkoşîna Seyîd bidomînin
Rojnemevan Nûr Hesen, jî anî ziman ku cara ewil ew hevrê Seyîd li Akademiya Şehîd Fayîq a Ragihandinê naskiriye û wiha got, “Di nava hevalên li Akademiyê de yê herî biçûk ez bûm. Heval Seyîd her ji min re digot ku divê tu xwe pêş bixe, ji ber paşeroja dirêj li ber te heye e. Ev gotina wî her di bîra min de bû. Piştî ku em ji wê akademiyê derketin, bernameyek ê Gaziyên şer ket destê min û min tê de weke amadekar cihê xwe digirt. Di wir de min soza serketinê û pêkanîna erkên xwe ji nû ve da. Ez bendê bûm ku hevrê Seyîd were bernameya ku min amadekiriye temaşe bike û bibîne lê nebû. Her çend şehadeta hevrê Seyîd dilê me êşandibe jî, em vê êşê vediguherînin hêzê û diçin ser erka xwe. Em ê têkoşîna hevrê Seyîd bidomînin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.