Mele Evdirrehmanê Xendekî 27'ê Cotmehê ji ber nexweşiya gurçikê li Êlihê çû ber rehma Xwedê. Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) ji bo Xendekî bi daxuyaniyekê sersaxî xwest û di daxuyaniya xwe de cih dan van agahiyan:
“Mele Evdirrehmanê Xendekî bavê du şehîdan bû, alimekî Kurdperwer bû û 1932'an li Bohtanê ji dayik bûye.
Li herêma Bohta bi zanîn û ilmê xwe dihat naskirin. Nexasim di warê dîroknasiyê de meşhûr bû. Di sala 1956'an de li cem mele Mihemê Zivinga Şikakan Îcaze xwe girtibû.
Seydayê Mele Evdirrehman 1957'an bi malbata xwe re li gundê Xendekê yê girêdayî Hezexê bi cih dibe. Heta sala 1982'an li Xendekê dersdariyê dike. Lê hedefa Seyda ya herî Mezin ew e ku xwendekarên xwe bi hişmendiya welatparêzî û kurdperweriyê perwerde bike. Sala 1982'an bi malbatî li Cizîra Bohtanê bi cih dibe. Seyda li Cizîrê jî vala namîne. Heta sala 1993'an dîsa xwendekar û feqeyan di asta herî bilind de perwerde dike.
Di wê serdemê de têkoşîna rizgariya gelê Kurdistan roj bi roj xurttir dibe. Gelek feqeyên li ber destê Seyda perwerdeyê dibînin tevlî şoreşê dibin û şehîd dibin. Herwiha kurê Seyda Evdile Aksoy ku li Amedê Endezyarî dixwîne ji aliyê kontrayên dewleta Tirkî ve tê kuştin. Kurê Seyda yê ji Evdile piçûktir Avdilxefûr û biraziyê Seyda Cemaleddin jî di nava refên şoreşê de şehîd dibin. Sala 1993'an Seyda tê girtin, zilm û êşkenceyeke mezin lê tê kirin.
Sala 1993'an Seyda neçar derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li Zaxo bi cih dibe. Di heman Salê de li kampa Zelê Kongreya Hereketa Islamî ya Kurdistanê tê lidarxistin. Seydayê Mele Evdirrehman  Xendekî ji aliyê kongreyê ve tê hilbijartin û dibe serokê Hereketa Islamî ya Kurdistanê.”

NAVENDA NÛÇEYAN