- Axir, di dawiya dawîn de sewta li gel bayî qelibandina sînoran bû, ew sînorên ku di dilê xaka welatê dengbêjan de hatibûn xêzkirin. Sewta wan a li gel bayî sînor nas nedikirin, dengê wan nexşerêyek diresmand ji welatê parçebûyî re. Ma kî dikaribû sewt û bayî, dîl bigire?
XASÊ CÛNÊ
“Feleka me xayîn e gidî me dixapîne
Narevîne hey delalê...”*
Wey dil, wey dil, wey dil…
Feleka wan xayîn bû ew dixapandin û bi wan re li hev nedikir!
Ji lewma wan jî “berê xwe dida oxirê û pişta xwe dida felekê” û bi sewta xwe hêrsa bayî kedî dikirin. Bi zimanê bayî digotin û ew tim siwarê bayî dibûn. Ev ba carna dibû hespekî çargavî û carna dibû hespekî kihêl, ma ne jixwe “Kihêl di bin mêrxasan de dibeziyan”…û jixwe ji wan mêrxastir kêm kes hebûn. Devê wan li guhê bayî bû û pistepista wan bû. Tenê wan dikaribû bi zimanê bayî biaxivîn. Ma ne ew dengbêj bûn. Li seranserê welat digeriyan û sewta wan olan dida li deşt, gelî, çiya û baniyên Kurdistanê.
Deng ba bû. Ba deng bû.
Dengbêj dengê bayî bûn. Ew bayê feleka xayîn. Feleka ku timî ew dixapandin!
Ba pîroz bû li welatê wan, lê dengbêj pîroztir bûn li ber dilê Kurdistanê.
Ba bi hêz bû, lê dengbêj bi hêztir bûn di bîra welatê xwe de. Wan ji kaniyên welatên xwe av vedixwarin û serpehatiyên li welatê xwe dianîn ziman.
Weke kaniyên biharê bûn
Bi ber bayê dilê welatê xwe ketibûn. Dengên bayî derdixistin. Kul û keserên xwe tenê ji bayê re digotin. Evîn û hesreta xwe, gilî û gazinên xwe li pişta bayî siwar dikirin û ew daf didan ber bi asoyên welatê xwe ve, ew welatê ku ji sînoran ava bûbû. Ew pif dikirin ewrên xemgîniyê û asîmanê çarenûsê zelal dikirin. Lê ax! Wê felekê timî ew dixapandin, timî…! Wan tenê bi bayî re li hev dikir. Bîra Kurdan ya miçiqî bi saya wan sewtên li gel bayî dol digirt. Tenê li welatê wan dîrok, bi sewta bayî hatibû nivisîn…Nivîs û kitêb paşê, hêdî hêdî hatin bi hewara wan ve. Ji lewre li vî welatî deng û ba pîroz bûn. Ji ber ku sewta dengbêjan a li gel bayî, bîra civakekê ji nû ve zindî dikir. Li welatê wan dijminên ´bîr´an hebûn. Dixwestin timî bi bîrên xitimi û miçiqî bijîn. Li ku derê çav bi bîrekê biketana, ew di cih de dixitimandin û dimiçiqandin. Lê bi sewta van dengbêjan, bîrên ku hatibûn xitimandin ji nû ve paqij dibûn û diherikîn bi van dengan. Yanî dengbêj weke wan kaniyên biharê bûn, di keviyên çiyayan de diteqiyan.
Her portreyek bîr û baweriyek e
Ji lewre, her portreya dengbêjekî/ê bîr û baweriyek e. Her portre sewteke li gel bayî ye, sewteke di hedê xwe de. Her portreyek felekeke dijwar e. Her portreyek serpêhatiyeke dîrokî ye. Her portreyek, sirgunê kilamên bêcih û war e. Her portreyek li xerîbiyê nasnameyek û li sînoran pasaportek e. Her portreyek, parçeyek ji wê parçebûna Kurdistanê ye. Lê dîsa jî tenê ew bûn “ne hêsîrê zeman, siltanê herwext”** û li ser wext bûn. Ew portreyên ser(e)wext bûn di her serdemê de. Bayê ku ji zozanên wan xwe berdida ber bi deştê ve, ew serewext dikirin ji zemanî. Ew bayên kuvî serpêhatiyên li welat digihandin wan, ew bayên kuvî yên ku tim guvîna wan bû li ser lat û zinarên welat.
Sewta wan welatekî disêwirand di xeyalan de
Axir, di dawiya dawîn de sewta li gel bayî qelibandina sînoran bû, ew sînorên ku di dilê xaka welatê dengbêjan de hatibûn xêzkirin. Sewta wan a li gel bayî sînor nas nedikirin, dengê wan nexşerêyek diresmand ji welatê parçebûyî re. Ma kî dikaribû sewt û bayî dîl bigire? Ew deng û sewtên azad bûn. Rûbarên bi coş bûn û pêşî li wan nedihat girtin. Ji serxetê ber bi xetê ve, ji Rojava ber bi Rojhilat ve guvîna vî dengî bû. Dengê wan sînor bê mane dikirin, sewta wan a li gel bayî, sînor serobino dikirin. Sewta wan ya bi bayî re welatek disêwirand di xeyalan de, welatekî bê ser û ber ku ji çiya û berriyan ava dibû.
Dengbêj ansîklopediyên zindî ne
Ji bo vê axa ku lê her tişt zû tê jibîrkirin (didin jibîrkirin) her dengbêj ansîklopediyeke zindî ye. Her kilamek rûpelek ji dîroka Kurdistanê ye, ya ku bi sewta dengê wan hatiye nivîsandin. Her dengbêj çavkaniyeke bê ser û bin e, serkaniyek e; zêyek e. Kî vexwaribe çengek av ji wan kaniyên ku di biharan de teqiyan, heta hetayê bîra hin tiştan dibe li welatê xwe. Tîna xwe bi ava kaniya wan bişikînin û li sewta wan a li gel bayî bihizirin. Bê ka ji bayî re çi dibêjin, ji ewrên reş reş re ewên ku li ser serê me dimeşin, çi nameyê rê dikin? Hela wan bibihîzin, bê ka akorta dîroka me ya xerabûyî bi çi awayî rast dikin û harmoniyeke çawa li hev tînin bi sewta dengên xwe.
Hey dil!
Em xwe nexapînin, lê ji bo reşika çavên wan felekê bixapînin û bi dengbêjan re li hev bikin û guhê xwe bel bikin ji bo ku em sewta wan ya li gel bayî bibihîzin.
Kî dizane, belkî em jî fêrî zimanê bayî bibin? Kî dizane belkî feleka xayîn me birevîne…
*Ji kilama “Lawikê Metînî” ya Kerabetê Xaço
**Hevokek ji helbesta Arjen Arî ye.