• Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Elî Mihemed Mehmûd (Humsî) li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina şervanên QSD’ê ve destpê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê Rêveber ê Meclîsê Ebdulhekîm Hisên axivî û got: ”Em şehîdekî û zavayekî li pey hev bi lîlandin û serbilindî oxir dikin. Li hermberî wê israra me ya pêkanîna armancên şehîdan heye, ji ber ku wan meşaleyên serhildanê pêxistin.”

Piştî axaftinan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb nasnameya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd bi diruşmên silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hate veşartin.

 TEBQA