- Mirov dibêje qey, ew hene da ku tiştekî ji me re bibêjin. Bala min jî timî li ser wêneyên kevin e û dixwazim bi serpêhatiya wan zanibim.
ÎSMET KAYHAN
Hin wêne ji wê kîliya hatine girtin û bêhtir tiştan îfade dikin. Mirov dibêje qey, ew hene da ku tiştekî ji me re bibêjin. Bala min jî timî li ser wêneyên kevin e û dixwazim bi serpêhatiya wan zanibim.
Ev wêneyê reş û spî mişt e bi jidilbûn û dostaniyê, lê her wiha bi xemê. Wêne ji salên 1970´yî maye, ji Enqerê, ji derdora herî şoreşger a bajêr. Sal 1973 ye. Li ber Dibistana Bilind a Weşanê ya ser bi Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqerê hatiye girtin. Em wêne her sal di 18´ê Gulanê de dibînin. Ji ber ku yek ji kesên di wêne de Hakî Karer e. Ew ji damezrênerên PKK´ê ye. Lê ewên din kî ne?
Ahmet Akabay ê ku 19 salan serokatiya Komeleya Rojnamevanên Hevçax kiriye, dibêje, “Xwedê dizane, hevalekî ji dibistana me wêne girtiye. Lewma dersa wênegirtinê hebû li dibistana me”.
Piştî ku wêne hat girtin bi çar salan, 18´ê Gulana 1977´an Hakî Karer li Entabê wê bihata qetilkirin.
Ahmet Akabay jî di wêne de ye. Ew dibêje, “Hema li hemberî me Mala Xwendekarên Hiqûqê heye. Yê li serê rastê, Hakî ye. Ez li nivî me; porê min kin e, nû ji hepsê derketime. Destê min li ser milê Hakî ye.”
Lê meraq dikim ka ew kesên din ên di wêne de kî ne: “Yê li serê çepê Vedat Gur e; ji Mêrsînê ye, ji mufetîşiyê teqawît bû. Yê ku li nîvî serê wî xuya dike, Haydar Bulbul e; ew ji şêwirmendiya Midûriyeta Giştî ya Baleya Operayê ya Dewletê teqawît bû.”
Wêne cara pêşî di Serxwebûnê de tê weşandin. Ji ber ku wêneyekî pirr rengjêçûyî yê Hakî Karer di bibîranînan de tê nîşandan, Ahmet Akabay vî wêneyî dide hevalekî xwe yê ku bibîranînan organîze dike.
Ji bo hevnasîna xwe û Tevgera Azadiya Kurdistanê jî ew dibêje, “Abdullah Ocalan, Alî Haydar, Hakî Karer; em hemû li mala xwendekarên hiqûqê diman. Mala me, malbata me ev der bû. Êvaran li kantîna mala xwendekaran me çayê vedixwar, sohbet dikir. Tevî Hakî, em li dijî faşîstan têkoşiyan. Hevaltiya bi Hakî re ji bo min rûmet e.”