Rojnameya L'Humanite ya Fransayê, bi manşeta xwe bal bire ser êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê. Manşeta rojnameyê di weşanên kanalên televizyonê de jî hate dîtin û mijar bi vî awayî ji sînorên xwendina rojnameyê û wêde jî çû.

Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bû manşeta ya rojnameya Fransî L'Humaniteyê. Rojnameyê cih da gotinên Jan van Aken û Dr. Beppe Josef Savary-Borioli weke endamên Ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî Hekîmên Navnetweyî-IPPNW´yê. Jan van Aken hem behsa rapora IPPNW´yê kir û hem jî behsa wê yekê kir ka çi li Tirkiyeyê tê serê wan mirovên behsa mijarê dikin. 

Di nûçeya rojnameyê de nêrîna pisporan a li ser dîmenên di ANF´ê de hatin weşandin, hate parvekirin. Dr. Jan van Aken ji L'Humanite re got, "Em balê dikişînin ser pirsgirêkên cidî ku divê bêne lêkolan."

Dr. Beppe Josef Savary-Borioli jî got, "Nepêkan e ku mirov tenê li gorî dîmenan teşxîsekê bike. Lê belê dema ku min dîmen dîtin, madeya ku hate bîra min M-CPP bû. (…) Ev made mîna ku bi vê şervana dikene re cara dibe sedema ken, carna jî kabûsê. Dema bi asteke bilind tê bikaranîn, mîna ku bi vê şervanê re dibe sedema tabloyeke klînîkê: koma, hîperventîlasyon, kramp, bi edrê ketin. Dema pirr zêde hate bikaranîn jî dibe sedema mirinê, mirineke gelekî biêş."

Rojnameyê di nûçeyê de her wiha cih da rapora IPPNW ku piştî serdana Başûrê Kurdistanê amade kiribû. Di nûçeyê de hate ragihandin ku destûra heyeta IPPNW´yê nehatiye dayîn ku xwe bigihîne herêmên bombardûman lê hatiye kirin, hevdîtinê bi kesên ku madeyên kîmyewî bandor li wan kiriye.

 

Têra xwe delîl hene 

Dr. Beppe Savary-Borioli têkildarî mijara lêpirsîneke muhtemel got, "Ji bo dewletek di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de yan jî bi erka Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî daxwaza lêpirsîneke fermî bixwaze, têra xwe delîl hene."

Di nûçeyê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê gava kesek ji bo lêpirsîneke serbixwe bang li rayedaran bike jî ev dibe hinceta girtinê û girtina Şebnem Korûr Fîncanci hate bibîrxistin.

L'Humanite her wiha cih da sicîla dewleta Tirk a têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û rewşa Mihemedê zarok ê li Serêkaniyê bi sîlehên bi fosfor ên Tirk birîndar bûbû. Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku wezrê şer ê Tirk Hûlûsî Akar jî li xwe mikur hatiye ku li hemberî gerîlayên HPG'ê bombeyên gazê yên bi kar anîne.

 

Di weşanên neteweyî û navneteweyî de

Çapemeniya Fransayê jî ev manşeta L´humaniteyê dît. Kanala nûçeyan a France24´ê nûçeya rojnameya L´Humaniteyê weşand û got, “Bi tenê lêkolînên ku Neteweyên Yekbûyî yan jî lêkolînên di bin banê OPCW’ê de dikarin îddîayên PKK’ê piştrast yan jî pûç bikin.”

Nexasim jî ev fikra di L´Humaniteyê de hatiye îfadekirin, di van nûçeyên li ser manşeta rojnameyê derket pêş: Rêya herî mentiq ev e ku Iraq daxwaza lêkolînekê li aliyên navneteweyî bike. Rêya din jî ew e ku welatekî wekî Fransayê bixwaze ku tiştekî wisa were kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN