Şerê Kurdan li abora wan xist

Çarşem 3 Tebax 2022 - 22:24

Li gor daneyên Tîrmehê yên Saziya Daneyan a Tirkiyeyê ya bi fermana desthilata AKP-MHP’ê, înflasyona salane bûye ji sedî 79,6, a mehane jî bûye ji sedî 2,37.

Li gor daneyên Tîrmehê yên Saziya Daneyan a Tirkiyeyê ya bi fermana desthilata AKP-MHP’ê, înflasyona salane bûye ji sedî 79,6, a mehane jî bûye ji sedî 2,37.  Li gorî daneyên TUÎK’ê ku tevî talîmatan nikare têkçûna aboriyê veşêre, li gorî par tişta herî kêm buha bûye ji sedî 25,79 biha bûye, tişta herî zêde buha bûye jî bi ji sedî 119,11 buha bûye.

Koma Lêkolîna Înflasyonê (ENAG), rêjeya înflasyonê ya salane di Tîrmehê de ji sedî 176,04 e. Yanî înflasyona reel û ya dewlet eşkere dikin hev nagirin. ENAG dibêje Îndeksa Buhayên Serfkeran (E-TUFE) Tîrmehê ji sedî 5,03 zêde bûye. Ji serê salê ve jî înflasyona 7 mehan ji sedî 80,35 e.

Yanî dewleta Tirk a ku mesrefên mezin dike li şerê li dijî Kurdistanê, hesabê vî şerî bi xelkê xwe dide dayîn. Tirkiye di rêza welatên înflasyon li wan herî zêde de, li gorî daneyên TUÎK´ê di rêza 5´an de ye. Heger em daneyên ENAG´ê bixin rêzê ew ê piştî Venezuella, Libnan û Sûdanê bibe çarem. Tirkiye Di çileyê bihurî de di rêza 8´an de bû.

Li gorî daneyên Komîsyona Mafên Mirovan ji destpêka sala 2000'î û vir ve bêhtirî 100 rojnamevanan hatine kuştin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.