Serdeştî: Êrîş li ser nirxên Kurdan dikin hedef

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:53

  • Rojnameger Takor Serdeştî dijî hevkariya Barzaniyan a bi dewleta Tirk re a li ser dagirkirina Başûr helwest nîşan da, destnîşan kir Tirkiye bi salan nikaribû biketa van cihan lê Barzaniyan ji dewleta Tirk re rê vekirine û hiştiye ku dewleta Tirk bikevin van herêman.

Êrîş û sewqîyeta leşkerî ya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan a li ser Başûr didomin. Li gel sewqiyeta leşkerî her wiha gelek çeteyên paramîlîter jî li çiyayên Kurdistanê têne bicihkirin. Piştî êrişa dawî ya Tirkiyeyê, li Duhokê 184 malbat neçar man malên xwe biterikînin. Her wiha 19 mal, 2 dibistan, kargeheke arvan, otomobîlek, dêrek û 2 tesîsên avê bûn hedefa êrişên hewayî. 

Êrîş li ser nasnameya Kurd e
Rojnameger Takor Serdeştî têkilî êrişên dagirker ên Tirk ên li ser Başûr axivî. Serdeştî diyar kir ku çiya û xweza ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ye û got: “Ev êriş ne tenê fizîkî ne. Her wiha êrişa li dijî nasnameya gelê Kurd û kevneşopiya berxwedanê ye. Ji bo gelê Kurd çiya ne tenê qada jiyanê ne, di heman demê de sembola nasname û berxwedanê ne. Kurd di dîrokê de xwe berê xwe dana çiyayên xwe û li ber xwe dane.

Çeteyan bi cih dikin
Serdeştî bi berdewamî diyar kir Tirk dixwazin bi hevkariya Barzaniyan çeteyan li Kurdistanê bi cih bikin û got,’’ Îro Tirkiye bi desteka PDK’ê bi dagirkirina van çiyayan, nirxên gelê Kurd dike hedef. Bi van êrişan dixwazin çeteyan li çiyayan bi cih bikin. Gund tên bombekirin, daristan tên şewitandin û debara gel tê tunekirin. Îro bi piştgiriya PDK’ê Tirkiye ketiye cihên ku bi salan e nikare bikevê. Çend sal berê Tirkiyeyê xeyal jî nedikir ku bikeve van herêman. Lê PDK'ê rê li berê vekir û rê li çiyayan çêkir û hişt ku Tirkiye bikeve van herêman."
Serdeştî herî dawî bang kir ku gel bi helwesta xwe êrîşên dewleta dagirker a Tirk û nokerên Barzaniyan ên li ser Kurdistanê bişkîne. MA/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.